Li Misirê çavkaniya herî mezin a gaza xwezayî ya Derya Spî hat dîtin
Li Misirê, ku ji ber darbeya leşkerî û bê îstiqrara siyasî ya salên dawî ji aliyê aborî ve di rewşeke zehmet de ye, çavkaniya herî mezin a gaza xwezayî ya Derya Spî hat dîtin.

Şîrketa enerjiyê ya Îtalyayê ENÎ da xuyakirin ku di encama lêkolînên li Derya Spî de, mezintirîn çavkaniya gaza xwe ya heta roja îro hatiye dîtin, peyda bûye. Şîrketê diyar kir ku di xebatên sondajê Yên li qadeke ji 100 kîlometreçarçikî ya li peravên Misirê de, dibe ku rezervên gaza xwezayî offshore ya bi qasî 850 mîlyar metrekup were dîtin.
Di daxuyaniya ENÎ de hat ragihandin ku çavkaniya nû ya gaza xwezayî ya li Derya Spî hat dîtin, dikare pêwîstiya Misirê ya bi gazê bi dehan salan tedarik bike. Di daxuyaniyê de hat îdîakirin ku çavkaniya gaza xwezayî ya hatiye dîtin, mezintirîn çavkaniya heta roja îro li Misir û Derya Spî hatiye dîtin e.
Wezareta Petrolê ya Misirê jî da xuyakirin, ku di encama lêgerînên wan ên li Derya Spî de, di kûrahiya 1.450 metreyî ya binê erdê de, çavkaniyeke xurt a gaza xwezayî hatiye dîtin.