YE di kontenjana penaberan de li çareseriyeke hevpar 'digere'
Bi dîmenên Aylîn Kurdî ya ji Kobanê re bala cîhanê careke din çû ser drama ji ber pirsgirêka penaberiyê. Lê belê Yekîtiya Ewropayê (YE) hînê jî helwesteke hevpar nîşan nedaye.
Bi dîmenên Aylîn Kurdî ya ji Kobanê re bala cîhanê careke din çû ser drama ji ber pirsgirêka penaberiyê. Lê belê Yekîtiya Ewropayê (YE) hînê jî helwesteke hevpar nîşan nedaye.
Bi dîmenên Aylîn Kurdî ya ji Kobanê re bala cîhanê careke din çû ser drama ji ber pirsgirêka penaberiyê. Lê belê Yekîtiya Ewropayê (YE) hînê jî helwesteke hevpar nîşan nedaye.
Bi pêla penaberiyê ya meha Tebaxê re hejmara mirovên îsal xwe gihandine welatên Yekîtiya Ewropayê gihaşt mîlyonekê. Welatên Ewropayê li ser çareseriya pirsgirêkê li hev nakin. Fransa û Elmanya, di nava 28 welatên Yekîtiya Ewropayê de parvekirina penaberan a ji neçarî derdixînin pêş. Di serî de welatên Ewropa Rojhilat, gelek welatên endam li dijî vê derdikevin.
Li Elmanyayê, ku penaber herî zêde berê xwe didin vî welatî, her çend hejmarên zelal nehatine aşkerakirin jî, tê gotin ku ji destpêka vê salê û vir ve bi qasî 400 hezar mirov hatine. Hatina di ser Derya Egeyê re, ku hêzên ewlekariyê yên Tirk hema bêjin teşwîka vê dikin, gelekî zêde bûye. Di 8 mehên destpêkê yên îsal de 230 hezar penaber di vê rêgehê de gihaştin Yewnanîstanê.
Her wiha ji rêya bejahî jî hejmara mirovên ji welatên Balkanan û Rojhilata Navîn gihaştine Macarîstanê, 150 hezar derbas kiriye. Lê belê ji ber ku rayedarên Macar şopa tiliya beşeke girîng a penaberan qeyd nakin, hejmara rastî nayê zanîn.
Hatibû ragihandin ku ji hefteya bihurî û pê ve zêdeyî 110 hezar penaber hatine Îtalyayê. Lê belê ji ber ku li Îtalyayê jî bi heman rengî bi deh hezaran penaber bi zanebûn nehatine qeydkirin, hejmara rastî nayê zanîn.
Ji ber ku penaber bi giranî berê xwe didin hin welatan, pirsgirêka cidî ya stargehê derdikevin holê û lêgerînên li çareseriyeke hevpar jî dewam dikin. Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel û Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande dixwazin, beşek ji zêdeyî sed hezar penaberên hatine Îtalya, Macarîstan û Yewnanîstanê, ji bo welatên din werin transferkirin. Her du lîder dixwazin parvekirina penaberan mecbûrî be.
Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jean-Claûde Jûnker jî xwe amade dike di 9'ê Îlonê de pêşnûmeyeke nû pêşkêşî endamên Parlamenta Ewropayê bike. Li gorî vê yekê tê payîn ku pêşniyara transferê ya bi 40 hezarî ku hatibû redkirin, bê nûkirin.
Li gorî agahiyên duh ji derdorên komîsyonê hatin wergirtin, dihat gotin ku Jûnker wê pêşniyar bike herî kêm 120 hezar penaber li nava 28 welatan werin parvekirin. Lê belê li gorî herikîna penaberan a dawî ya li Macarîstanê dibe ku ev kontenjan 160 hezar be.