Penaberên li Macarîstanê ber bi Awûstûrya ve dimeşin
Bi sedan penaberên li hember polîtîkayên penabertiyê yên Macarîstanê nerazîbûn nîşan dan, bi komî hewl didin bigihêjin Awûstûryayê.

Bi sedan penaberên di serî de li Rojhilata Navîn ji ber şer, pevçûn û pirsgirêkên aboriyê ji bo biçin Ewropayê dikevin ser rêyan, li welatên Balkanan di nav şert û mercên zehmet de dijîn. Herî dawî bi sedan penaberên li Macarîstanê dijîn bi armanca protestokirina şert û mercên giran ên penabertiyê bi komî ber bi Awûstûryayê ve meşa azadiyê dan destpêkirin.
Li paytext Budapeşte, bi sedan penaberên li îstasyona trenê ya Keletî disekinin, bi meşê hewl didin welêt terk bikin, polîsan heta niha li hember meşa wan ti astengî dernexistine. Li gor rayedarên Macar hejmara meşvanên jin û zarok jî di nav wan de zêdetirî hezar kesî ne.
Li gel vê bi sedan penaberên ji bo di bin qeydê de û di nav şert û mercên zehmet ên kampan de bên hiştin birin bajaroka Bîcske ya Macarîstanê ji kampan reviyan.
Rayedarên polîsan diyar kirin ku 300 koçberî têlên kampa Roszke derbas kirin û ber bi rêya M5 ve reviyan.