Rûsya: Ji bo tinekirina DAIŞ divê dest ji xistina Esed bê berdan

Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Lavrov, ji bo têkoşîna li hember DAIŞ’ê bigihêje serketinê, xwest dest ji bendewariya xistina Esed bê berdan. Lavrov, bal kişand ser rola Kurdan a li hember DAIŞ’ê.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov, bi wesîleya ku Zanîngeha MGIMO ya girêdayî Wezareta Karên Derve 1’ê Îlonê dest bi perwerdeyê kir, bi xwendekaran re hat gel hev. Lavrov di axaftina xwe de got: "Ji bo têkoşîna bi terorê re dûrxistina Esed a ji wezîfeyê ku wek şertê pêşî derketiye holê ne rast in û dibe sedema encamên berevajî. Eger dest ji vê daxwazê bê berdan, em ê jî di çarçoveya Serokê Federasyona Rûsya de hê bi berhem bixebitin.”

ROLA KURDAN

Lavrov, nêrînên Serokê Rûsya Vladîmîr Pûtîn ragihand, bal kişand ser girîngiya rola Kurdan a di rawestandina tehdîda komên terorê û DAIŞ’ê de.

Lavrov, diyar kir ku di nav şertên wekhev de dikarin bi DYA re di nav diyalogê de bin.