Şîrketên nukleerê yên Elman dixwazin dewlet lêçûnên wan bide
Li Elmanyayê ku wê di sala 2022'an de hilberîna enerjiya ji santralên atomê bi temamî biqedîne, nîqaş li ser lêçûnên santralên nukleerê tên kirin.
Li Elmanyayê ku wê di sala 2022'an de hilberîna enerjiya ji santralên atomê bi temamî biqedîne, nîqaş li ser lêçûnên santralên nukleerê tên kirin.
Li Elmanyayê ku wê di sala 2022'an de hilberîna enerjiya ji santralên atomê bi temamî biqedîne, nîqaş li ser lêçûnên santralên nukleerê tên kirin. Hikûmet hewl dide pêşî li reva şîrketên enerjiyê ji binê vî barî bigire, şîrketên enerjiyê jî xwe amade dikin serî li dadgeriyê bidin.
17 santralên nukleerê yên li Elmanyayê hînê aktîf in, wê heta sala 2022'an hemû bên girtin. Li Elmanyayê, ku bi razemeniyên xwe yên ji bo enerjiya tê nûkirin derdikeve pêş, valahiya enerjiyê ya ji ber vê angajmanê derkeve holê û maliyeta qirêjiya van santralên nukleerî, tên nîqaşkirin.
Xebatên paqijkirin û depokirina bermayînan, ku tê payîn bi dehan salan piştî girtina santralan jî dewam bikin, tê texmînkirin ku maliyeta wan bi dehan mîlyar Euro be. Şîrketên mezin ên di hilberîna enerjiya atomê de aktîf in Eon, RWE, EnBW û Vattenfall, tê zanîn ku ji bo maliyeta piştî nukleerê budçeyek ji 35,8 mîlyar Euroyî veqedandine.
Şîrket hewl didin ji bo xwe ji lêçûnên ji ber hilberîna atomê rizgar bikin, şîrketên teniştê bixin navberê. Lê belê hikûmet hewl dide pêşî li vê bigire. Bi pêşnûme qanûneke ji aliyê Wezîrê Ekonomiyê Sîgmar Gabrîel ve hat amadekirin û ji aliyê wezaretên pêwendîdar ve hat erêkirin re, şert e ku şîrket 'berpirsyariya' hilberîna atomê bê dawî hilgirin ser milê xwe.
Ev projeya bi pêşengiya Gabrîel ve hat amadekirin tê payîn di nava vê mehê de bikeve rojeva Meclîsa Federal.
Şîrketa Eonê jî diyar kir ku ew ê li hemberî vê pêşnûme qanûnê serî li dadgeriyê bidin. Berdevkê şîrketê ragihand ku ew ê lêkolîn bikin bê qanûneke bi vî rengî li dijî destûra bingehîn e yan na.