Li Çînê teqîneke din a kîmyewî: Herî kêm 5 mirî

Li Çînê, ji ber teqîna li febrîqeyeke madeyên kîmewyî, dîsa mirovan jiyana xwe ji dest dan.

Li Çînê, ji ber teqîna li febrîqeyeke madeyên kîmewyî, dîsa mirovan jiyana xwe ji dest dan.

Piştî teqîna mezin a berî 2 hefteyan, ku di encamê de 159 kesan jiyana xwe ji dest dan, duh jî teqînekê rû da. Di febrîqeyeke Dîaokoûxîang Bînyûang Chemîcal Co. a li bajarê Dongyîngê de teqînekê rû da û li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di dîmenên li înternetê de xuya dibe ku piştî şewata li febrîqeyê, teqîneke mezin rû dide. Lê belê rastiya dîmenên li medya civakî hatine weşandin, heta niha nehatiye piştrastkirin.

Li Çînê, di meha bihurî de li bajarê Tîanjînê teqîneke mezin rû da bû û herî kêm 159 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, li qadeke berfireh jî xisareke mezin derketibû holê. Piştî teqînê, valahiya ewlekariyê ya karê hilberîna madeyên kîmyewî de kifş bûbû.

Li Çîn a xwedî nifûsa 1,4 mîlyar mirovî, pîşesazî sal bi sal mezin dibe. Lê belê di vê sektora kar de roja bê qeza, derbas nabe. Di 6 mehên destpêkê yên vê salê de li Çînê 139 hezar qeza yan jî teqînên endustriyel rû dan, 26 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.