Şerê li Sûdana Başûr tevî agirbestê dewam dike

Li Sûdana Başûr, şerê navxweyî yê rê li ber mirina bi deh hezaran mirovan kir, tevî peymana agirbestê jî, duh dewam kir. Alî jî hevdu sûcdar dikin."

Li Sûdana Başûr, şerê navxweyî yê rê li ber mirina bi deh hezaran mirovan kir, tevî peymana agirbestê jî, duh dewam kir. Alî jî hevdu sûcdar dikin."

Şerê di navbera yekîneyên artêşê yên ser bi Serokdewlet Salva Kîîr û alîgirên alîkarê berê yê Serokdewlet Rîek Machar, li bjarê Malakal ê li herêma Nîl a Jorîn, dewam kir. Berdevkê artêşê Phîlîp Agûer îdîa kir ku hêzên mûxalîf ên ser bi Rîek Machar roja Înê êrîşî Malakal kirine û anî ziman ku bomberdûmana li hemberî serhildêran duh ji nû ve destpê kriiye.

Agûer îdîa kir ku bomberdûmana artêşê di çarçoveya 'parastina rewa' de ye.

Berdevkê mûxalîfan James Gatdet Dak jî diyar kir ku pevçûnên li Malakalê duh dewam kirine. Dak îdîa kir ku êrÎşa destpêkê ya bû sedema pevçûnan, ji artêşê hatiye.

Ji bo dawîanîna li şerê navxweyî yê di Kanûna 2013'an de destpê kir û rê li ber mirina bi deh hezaran kesan vekir, Neteweyên Yekbûyî ketibû dewrê. Metna agirbestê ku heta niha 7 caran hat îlankirin û xerakirin, beriya du hefteyan ji aliyê Rîek Machar ve hatibû îmzekirin û Serokdewlet Salva Kîîr jî piştî 9 rojan qebûl kiribû ku peymanê îmze bike.