Di teqînên li Bexdayê de herî kêm 12 kes hatin qetilkirin

Li paytexta Iraq Bexdayê, di hin rêze êrîşan de herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn.

Li paytexta Iraq Bexdayê, di hin rêze êrîşan de herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn.

Li semtên Amîn, Zafraniye û Sûleyk ên paytext Bexdayê ku piraniya şêniyên wan Şîa ne, êrîş rû dan. Di êrîşên li her sê semtan de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. Kesî berpirsyariya êrîşê negirt ser xwe, lê tê texmînkirin ku êrîş ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibe kirin.

Li semtên Tarniya û El Dûra yên ku şêniyên wan bi giranî Erebên Sûnî ne, di êrîşên bombeyî de herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di êrîşên tevahiya rojê de bi dehan kes jî birîndar bûn. Li rojhilatê paytext Bexdayê li Bakûbayê, di êrîşeke êvara Çarşemê de serhengekî artêşê hatibû kuştin.