Ji sedî 99 ê çûkên okyanûsê wê çopa plastîk daqurtînin

Li Cîhanê hilberîna plastîkê 11 salan carekê bi du qatan zêde dibe. Çopên plastîk ên mirov diavêjin nava okyanûsê jî her zêde dibin. Li gorî lêkolînekê, sedema yekane ya mirina bi dehan cureyên çûkan, wê çopên plastîk be.

Li Cîhanê hilberîna plastîkê 11 salan carekê bi du qatan zêde dibe. Çopên plastîk ên mirov diavêjin nava okyanûsê jî her zêde dibin. Li gorî lêkolînekê, sedema yekane ya mirina bi dehan cureyên çûkan, wê çopên plastîk be.

Li gorî daneyên ji aliyê Akademiya Zanistiyê ya Neteweyî ya Amerîka (PNAS) ve hatin weşandin, çopên plastîk ên mirov diavêjin nava xwezayê, gefê li dehan cureyên çûkan dixwin. Li gorî lêkolînê heta sala 2050'î, gelek celebên çûkan wê ji sedî 99 çopa plastîk daqurtînin û bi xeteriya mirinê re rû bi rû bimînin.

Li ser 135 cureyên çûkên li okyanûsan dijîn, di navbera salên 1962 û 2012'an de lêkolînek hat kirin.

Di encama vê lêkolînê de derket holê ku rêjeya çûkên di salên 1960'î de madeyên plastîk daqurtandiye, ji sedî 5 bû. Ev rêje di roja me ya îro de qat bi qat zêde dibe û heta sala 2050'î wê bigihêje ji sedî 99'an. 

Di nava cureyên çûkên bi xeteriyê re rû bi rû ne de tevî albatros, pengûen û qaqlîbaz 135 celeb hene. Li gorî raporê li hin herêmên okyanûsan herê her kîlometreçarçikê 580 hezar parçeyên çopa plastîk hene.

Endamê Ajansa Zanistî ya Neteweyî ya Awûstralyayê (CSIRO) Chrîs Wîlcox ragihand ku rêjeya çûkên çopên mirov ber didin nava derya û okyanûsan dixwin, ji sedî 90 e. Wîlcox got, "Ev yek gelekî zêde ye û nîşan dide ku qirêjahiya plastîk li her derê heye."

Li gorî raporê, hilberîna plastîkê ya li cîhanê ji sala 1950'î û pê ve her 1 salan carekê yek an jî du qatan zêde bû. Di navbera salên 2015 û 2026'an de wê rêjeya plastîkê bigihêje asta plastîka ji sala 1950'ê heta roja îro hatiye hilberîn.

Di raporê de hat destnîşankirin, ku xeteriya çopên plastîk li okyanûs û deryayan, li tevahiya cîhanê weke hev e û hat ragihandin ku bi taybetî li Okyanûsa Başûr û Derya Tasman ev xeterî di asta 'lîmîta jorîn' de ye.