Li gorî rapora salane ya ji aliyê Konferansa Pêşvebirin û Bazirganiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNCTAD) ve hat pêşkêşkirin, eger tedbîr neyên girtin wê Şerîda Gazze di nava 5 salan de veguhere cihekî lê neyê jiyîn.
Li Şerîda Gazzeyê ya bi 41 kîlometreyan dirêj û 6 heta 12 kîlometreyan berfireh, hînê 1,8 mîlyon mirov dijîn. Li gorî pisporên UNCTAD'ê Gazze yek ji herêmên xwedî nifûsa herî zêde ya cîhanê ye û ev yek wê ji aliyê tenduristî, ewlekarî û civakî de encamên giran bi xwe re bîne.
Di rapora UNCTAD de hişyarî hat dayîn ku Gazze wê di sala 2020'an de veguhere 'cihekî lê nayê jiyîn' û bal hat kişandin ser bomberdûmanên giran ên Îsraîlê di salên 2008 û 2014'an de kir. Di raporê de hat ragihandin ku bomberdûman wê bi ambargoya aboriyê ya salên dûr û dirêj re rê li ber bandorên girantir veke û hat gotin, "Hewldanên ji nû ve avakirinê li gorî hilweşînan gelekî kêm e. Ne pêkane aboriya xwecihî ya Gazzeyê ji nû ve were pêşvebirin."
Di dewama raporê de hat destnîşankirin ku Gazze ji aliyê sosyo-ekonomîk ve ji sala 1967'an û vir ve kêmî asta herî nizm bûye û hat diyarkirin ku perspektîfên ji bo sala 2015'an de jî cesaretê nadin. Di raporê de bal hat kişandin ser bê îstiqrariya siyasî, kêmbûna alîkariyên însanî, qelsiya ji nû ve avakirinê û reçeteyên gumrukê yên Îsraîl ferz dike û hat gotin ku perspektîfa başkirina rewşa li Gazzeyê nîne.
Gazze, piştî şerê di navbera Hamas û El Fetîhê de, ji sala 2007'an û vir ve di bin kontrola Hamasê de ye. Li hemberî Gazzeyê, ji Hezîrana 2006'an û vir ve Îsraîl ambargoyê dimeşîne. Herî dawî di destwedanên leşkerî yên Îsraîlê yên mehên Tîrmeh û Tebaxê yên par de, 550 jê zarok 2 hear 200 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Ji ber bomberdûmanê bi sedan avahî hilweşiyabûn, gelekan jî xisar dîtibûn.