Dîwarên şermê: Yek bi yek hilweşiyan, lê mirovahî li ber xwe neket
Mirovahî ji serdema antîk û vir ve dîwaran lê dike. Her çend bi sedemên cuda destpê kiribe jî, dîwarên li cîhana modern hatin/tên lêkirin, cihê "şermê" ne.
Mirovahî ji serdema antîk û vir ve dîwaran lê dike. Her çend bi sedemên cuda destpê kiribe jî, dîwarên li cîhana modern hatin/tên lêkirin, cihê "şermê" ne.
Mirovahî ji serdema antîk û vir ve dîwaran lê dike. Her çend bi sedemên cuda destpê kiribe jî, dîwarên li cîhana modern hatin/tên lêkirin, cihê "şermê" ne.
Ya ku mirovan ji hev cuda dike, parçe dike her carê hilweşiya, lê belê ji vê yekê dersên pêwîst nehat derxistin.
Car carna nîjadperestan dîwar lê kirin, gelek caran jî li dijî koçberiyê li ser sînor bi dirêjahiya sedan kîlometreyan, ji têl û betonan dîwar hatin lêkirin.
Di ser hilweşîna Dîwarê Berlînê re, ku weke Dîwarê Şermê hat pênasekirin, 25 sal derbas bûn. Ewopayê ji nû ve dîwar keşif kir. Ji Bûlgarîstanê heta Derya Manşê, ji bo pêşîgirtina li koçber û penaberan, dîwar û bend hatin danîn.
Mînaka herî dawî jî dîwarê ji têlan ê 175 kîlometre yê li ser sînorê Macarîstan-Sirbîstanê hat lêkirin. Tevî vê yekê Tirkiyeyê di navbera sînorê xwe yê bi Sûriyeyê û Kurdan re blokên beton bi cih kir.
Di destpêka salên 1990'î de Spanyayê têl li ser sînorê bi Bakurê Afrîkayê bi cih kir. Yewnanîstanê di sala 2012'an de li hemberî Tirkiyeyê dîwar lê kir, bi heman rengî Bûlgarîstanê jî dîwar lê kir.
Lê belê ti ji van dîwaran nekarîn pêşî li koçberiyê bigirin. Mîna havîna 2015'an bi sed hezaran koçber û penaberan sînor derbas kirin.
BENDA CEÛTA
Di sala 1993'an de Benda Ceûta bi navê xwe yê Spanî "Valla de Ceûta", bû dîwarekî bajarê Ceûta yê otonom ê li ser sînorê Fas û Spanyayê, ji hev qut kir. Dîwarê bi 33 mîlyon Euro hat çêkirin, ji dîwarên paralelî hev ê 12 kîlometreyî pêk tê. Bilindahiya dîwêr 6 metre ye û li ser jî têl hatine bicihkirin.
Ev dîwarê ji aliyê Spanyayê ve hat lêkirin veguherî nîşaneya "Kaleya Ewropayê" ye. Ji destpêka sala 2015'an û vir ve ji 3 hezar 700 koçberan bi tenê 100 ji wan ev dîwar derbas kirine.
Di Gulana 2014'an de vê carê Dewleta Fasê biryar da li dora Melîlla dîwarê 5 metre bilind û li ser wî têl heye, lê bike.
DÎWARÊ EVROS
Yewnanîstanê li pêşberî Edîrneyê li ser sînorê xwe yê ji 12 kîlometreyan ê bi Tirkiyeyê re dîwar lê kir. Di wê demê de Komîsyona Ewropayê fînansekirina dîwarê Evros an jî bi navê xwe yê din dîwarê Merîç, red kiribû. Weke 'bi kêr nayê' hatibû dîtin. Bi demê re hat fêmkirin ku bi kêr nayê. Ji bo koçberiyê di ser Bûlgarîstanê yan jî deryayê re rêgehên nû hatin vekirin. Her şev di Derya Egeyê re penaber mesafeya 10 kîlometre derbas dikin û diçin Girava Kos a Yewnanîstanê.
DÎWARÊ BÛLGARÎSTANÊ
Bûlgarîstan ku heta roja îro weke deriyê herî biçûk ê ketina Ewropayê dihat dîtin, bi demê re rastî herikîneke zêde a koçberiyê hat. Penaberên piraniya wan Sûriyeyî, di ser Tirkiyeyê re derbasî Bûlgarîstanê dibin.
Di sala 2013'an de bi vî rengî 11 hezar mirovan sînorê ji 260 kîlometre dirêjahî yê navbera Bûlgarîstan û Tirkiyeyê derbas kirin. Ev sînor ji aliyê zêdeyî hezar polîsan ve tê kontrolkirin.
Bûlgarîstan ku welatê herî xizan ê Ewropayê ye, ji bo astengkirina herikîna koçberiyê di sala 2014'an de li ser sînorê 30 kîlometreyî dîwarekî ji têlan ê 3 metre bilind çêkir. Ev dîwar herî kêm li qadên çiyayî hat çêkirin. Di sala 2014'an de beşeke ji 15 mîlyon Euro pereyê ji Yekîtiya Ewropayê hat wergirtin ji bo vî dîwarî hat bikaranîn û dîwar 130 kîlometre hat dirêjkirin. Lêçûna giştî ya vî dîwarî 46 mîlyon Euro ye.
DÎWARÊ MACARÎSTANÊ
Li Macarîstanê ku di wê baweriyê de ye Yekîtiya Ewropa li pêşberî koçberiyê ew terikandiye, hikûmeta mûxafazakar, di havîna 2015'an de li ser sînorê Sirbîstanê dest bi lêkirina dîwarê ji 175 kîlometreyî kir. Ev dîwarê ji têlan di dawiya meha Tebaxê de bi dawî bû.
Bi hezaran polîs, kûçikên hatine perwerdekirin û helîkopter li ser sînor ketin nava tevgerê. Tê plankirin ku artêş jî li ser sînor were bikaranîn. Ji destpêka sala 2015'an û vir ve bi qasî 140 hezar koçberan xwe gihandin Macarîstanê. Piraniya wan ji Iraq, Sûriye, Afganîstan û welatên Afrîkayê tên.
DÎWARÊ CALAÎS
Li perava derya Manş a Fransa û Îngilîstanê ji hev qut dike, li bajarê Calaîs ê Fransayê ji bo pêşîgirtina li penaberan ji bo neçin Îngilîstanê dîwarê 3 kîlometre dirêj ê 2 heta 4 metre bilind hat lêkirin. Li dora vî dîwarî kamera hatin bicihkirin.
Ji destpêka meha Îlonê ve bi qasî 3 hezar koçber hewl didin li herêma Calaîsê derbasî Îngilîstanê bibin. Di tunela diçe Îngilîstanê de her havînê bi qasî 2 hezar koçber bi şev derbas dibin. Herî kêm neh koçber di dema van hewldanan de jiyana xwe ji dest dan. Fransa li bajarê Calaîsê di Çileya 2016'an de plan dike kampekê ji bo koçberan çêbike.
DÎWARÊ DERYA SPÎ
Ji bilî dîwarê bejahî, dîwarên deryayî jî hene. Derya Spî ji aliyê koçberan ve weke dîwarekî gelekî xetere û kujer balê dikişîne. Ji destpêka meha Çileyê û vir ve zêdeyî 2 hezar 500 koçber û penaberan li Derya Spî dema hewl didan biçin Ewropayê jiyana xwe ji dest dan.
Her ku dîwar tê lêkirin, mirovahî jî mîna bedenê biçûk ê Alan Kurdî yê 3 salî, li peravan dikevin.
Di tevahiya herikîna dîrokê de ti dîwar li pêşiya koçberiyê nebû asteng, ji niha û pê ve jî wê nikaribe pêşî lê bigire. Ev dîwar, wê serê mirovan her tim berjêr bike û mirovahiyê mehkûm bike.