RSF: Bila Obama azadiya çapemeniyê bîne bîra Salman
RSF bang li Barack Obama kir, ku di dema pêşwazîkirina qralê Siûdî de li ser mijarên azadiya çapemeniyê û rojnamevanên girtî de 'berpirsyariyên wî' bîne bîra Salman.
RSF bang li Barack Obama kir, ku di dema pêşwazîkirina qralê Siûdî de li ser mijarên azadiya çapemeniyê û rojnamevanên girtî de 'berpirsyariyên wî' bîne bîra Salman.
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) RSF bang li Barack Obama kir, ku wê îro qralê Siûdî li Washîngtonê pêşwazî bike û xwest li ser mijarên azadiya çapemeniyê û rojnamevanên girtî 'berpirsyariyên wî' bîne bîra Salman.
Beriya hevdîtina navbera Serokê DYA Barack Obama û Qralê Siûdî Salman bîn Abdulazîz, Sekreterê Giştî yê RSF Chrîstophe Deloîre nameyeke vekirî nivîsand û bal kişand ser zextên li ser azadiya çapemeniyê li Erebîstana Siûdî.
Sekreterê Giştî yê RSF'ê xwest di hevdîtina li Qesra Spî de, di serî de azadiya wergirtina nûçeyê bi giranî binpêkirinên mafên mirovan ên li Erebîstana Siûdî werin nirxandin û bibîr xist ku li vî welatî 7 jê 'welatî-rojnamevan' yek jê profesyonel 8 rojnamevan hatine girtin. Deloîre ji bo derba li azadiya çapemeniyê mînaka blogvanê Siûdiyî Raîf Badaûî nîşan da. Deloîre da xuyakirin ku Badaûî ji sala 2012'an û vir ve di girtîgehê de ye û cezayê ragirtina 10 salan û lêdana hezar qemçî lê hatiye birîn.
Deloîre diyar kir ku di rapora azadiya çapemeniyê 2015 a RSF de, di nava 180 welatan de Erebîstana Siûdî ya bi hiqûqa şerîatê tê rêvebirin di rêza 164. de cih digire. Deloîre got, "Ji ber vê yekê her tişt bi rayedaran ve girêdayî ye, ku mijarê bi çi rengî dinirxînin."