Cotkarên Fransayê bi traktoran li Parîsê ne
Li Fransayê, bi hezaran cotkarên li ber îflasê ne, îro li paytext Parîsê çalakiyê lidar dixin.
Li Fransayê, bi hezaran cotkarên li ber îflasê ne, îro li paytext Parîsê çalakiyê lidar dixin.
Li Fransayê, bi hezaran cotkarên li ber îflasê ne, îro li paytext Parîsê çalakiyê lidar dixin. Cotkarên ku duh bi 1.500 traktoran li qadeke 60 kîlometre dûrî paytext Parîsê kom bûn, wê çalakiya xwe ya îro re ji hikûmetê bixwazin tedbîrên lezgîn werbigire.
Ji ber çalakiya ku wê traktor li Porte de Vîncennesê kom bibin, trafîka paytext Parîsê wê îro asê bibe.
Traktorên ji gelek herêman li dora Parîsê kom bûne, wê bi vîtesa giran bikevin nava bajêr û tê payîn ku xwegihandina traktoran a li navenda Parîsê wê heta danê nîvro dewam bike.
Midûriyeta Polîsan a Parîsê, ku dixwaze nehêle traktor trafîka paytextê asê bikin, ji welatiyan xwest, ku bi wesayîtên xwe yên taybet nekevin trafîkê û li şûna van wesayîtan tren û metro bi kar bînin.
Sektora sewalkarî û çandiniyê ya Fransayê ev çend meh in di nava krîzeke cidî de ye. Ji ber zêdehiya lêçûna hilberînê, li marketan xwarinên ji welatên biyanî tên tercîhkirin. Vê yekê bi hezaran hilberîner anî ber îflasê. Di raporeke meha Tîrmehê hat weşandin de hat ragihandin ku bi qasî 22 hezar dezgehên mezin-biçûk ên hilberînê li ber îflasê ne û xeterî heye ku herî kêm 40 hezar xebatkar bêkar bimînin.