Ji bo deryavanên li Bendera Calaîsê ji kar hatin derxistin karê nû
Di têkoşîna mafê bi sedan karkerên ji aliyê şîrketa Eurotunnel a Tunela Manşê ve bi mehan e hatine mexdûrkirin de, ji hin aliyan ve lihevkirin çebû.
Di têkoşîna mafê bi sedan karkerên ji aliyê şîrketa Eurotunnel a Tunela Manşê ve bi mehan e hatine mexdûrkirin de, ji hin aliyan ve lihevkirin çebû.
Di têkoşîna mafê bi sedan karkerên ji aliyê şîrketa Eurotunnel a Tunela Manşê ve bi mehan e hatine mexdûrkirin de, ji hin aliyan ve lihevkirin çebû. Eurotunnel û şîrketa DFDS a Danîmarkayî, ji bo cihê nû yê kar û dayîna tazmînatê ji bo kedkarên bêkar bimînin, bi sendîkayan re li hev kirin.
Krîza li Bendera Calaîs a nêzî Tunela Manşê ku bi rojane çalakiya blokajê tê lidarxistin û 487 karkeran eleqedar dike, çareser bû. Ji bo karkerên ji şîrketa Scop SeaFrance hatin derxistin, ku kar û barên îflasê yên vê şîrketê dewam dikin, Eurotunnel û DFDS biryar dan ku ji bo 402 kesan cihê kar pêşkêş bikin.
Ji bo karkerên din jî biryar hat dayîn ku ji 1'ê Çileya 2016'an û pê ve tazmînatê werbigirin. Der barê qada nû ya kar de agahî nehat dayîn û nehat aşkerakirin ku wê li kîjan şîrketê çend karker bixebitin.