Hejmara penaberan di sedsala 21'an de derket asta herî bilind

Zêdebûna şer û pevçûnên di nava 15 salên dawî de, bû sedem ku bi mîlyonan mirov cih û warên xwe biterikînin.

Zêdebûna şer û pevçûnên di nava 15 salên dawî de, bû sedem ku bi mîlyonan mirov cih û warên xwe biterikînin.

Her sal bi sed hezaran koçber û penaber, bi hêviya jiyaneke baştir di rêyên bêhêvîtî û kujer de derbas dibin. Ev hejmar roj bi roj zêde dibe. Hin ji van mirovan ji şer direvin, hin jî ji xizaniyê.

Herikîna koçberiyê ya ji destpêka sala 2015'an û vir ve rû dide, weke krîza herî giran a ji Duyemîn Şerê Cîhanê û vir ve tê nirxandin. Daneyên Nûnertiya Bİlind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî yên ji sala 1951'ê û vir ve, vê rastiyê radixe pêş çavan.

DI NAVA PÊNC SALAN DE LI 15 CIHAN ŞER DERKET

Li gorî daneyan, ev 60 sal in, nifûseke ewçend a penaberiyê li cîhanê rû nedabû.

Ev zêdebûn bi taybetî ji sala 2005'an û pê ve mezin bû. Di sala 2005'an de li gelemperiya cîhanê 19.4 mîlyon penaber hebûn. Heta destpêka sala 2015'an ev nifûsa penaberan gihaşt 52.9 mîlyonî.

Sedema bingehîn a vê zêdebûnê şer û pevçûn in. Li gorî Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî, di nava pênc salên dawî de 14 şer û pevçûnên rû dan, rê li ber vê koçberiyê vekir. Ji van şer û pevçûnan 8 li Afrîkayê rû dan. Li Peravên Côte d'Ivoire, Komara Afrîka Navîn, Malî, Bakurê Nîjerya, Başûrê Sûdan û îsal jî li Bûrûndiyê şer derket.

Li Rojhilata Navîn jî li Sûriye, Iraq û Yemenê sê şer û pevçûn rû dan. Li Ewropayê, Ûkrayna veguherî qada şer. Li Asyayê gelek herêmên Kirgizîstan û Myanmar û Pakîstan weke cihên şer derketin pêş.

Tevî vê yekê li Kolombiya û Nepalê, pevçûnên mîna şerê navxweyî, ev herikîna koçberiyê bêhtir lezand.

KONTENJANA HERÎ MEZIN A PENABERAN SÛRIYEYÎ NE

Di mijara penaberan de kontenjana herî mezin a Sûriyeyiyan e. Bi şerê navxweyî yê di sala 2011'an de destpê kir re welat veguherî xirebeyekî. Heta destpêka sala 2015'an nîvê 23 mîlyon nifûsa welêt, yanî 11,7 mîlyon mirov neçarî koçberiya hundirîn hatin hiştin. Ev rewş ewqasî nebaş bû, ku Neteweyên Yekbûyî, her kesên ji Sûriyeyê reviyan bi awayekî otomatîk weke penaber qebûl kir.

Di nava penaberan de niûfsa herî zêde ya di rêza duyemîn de cih digire, Kolombiyayî ne. Ji ber şerê navbera artêşa Kolombiya/komên paramîlîter û FARC'ê de 6 mîlyon mirov neçar man koç bikin. Piraniya van mexdûrên koça navxweyî ne.

Piştî Kolombiyayiyan bi 4.1 mîlyon penaberan Iraqî di rêza sêyemîn de cih digire. Yek ji sê paran yanî 1.5 mîlyon ji van mexdûrên koça navxweyî ne. Yên din jî derketin derveyî welat.

Li gorî Neteweyen Yekbûyî 9 ji 10 koçberan, ji welatên ji aliyê aborî ve kêm bi pêş ketine. Bi gotineke din, ev welat ne Ewropa ye.

Tevî vê yekê Kongo bi 3 mîlyon, Pakîstan bi 2.8 mîlyon û Sûdan jî 2.4 mîlyon penaber hene.

Yek ji sê parên koçberan li Rojhilata Navîn û derdora wê ne. Li van herêman 17.2 mîlyon penaber hene. Ji van 1.2 mîlyon li Tirkiyeyê, 1.2 mîlyon li Lubnanê ne.

Welatên Ewropayê ku krîz gelekî xistin rojevê, yên herî kêm ketine bin vî barî ne. Li Fransayê ji dawiya sala 2014'an û pê ve 310 hezar penaber an koçber hebûn. Yanî serê her 10 hezar kesî 46 penaber. Li hemberî vê yekê li welatên biçûk li Letonyayê serê her 10 hezar kesan 1322 penaber, li Estonyayê 641 penaber, li Swêdê 233 penaber û li Norwêcê jî serê her 10 hezar kesî 109 penaber dikevin. Li Elmanyayê di sala 2014'an de 455 hezar penaber û koçber hebûn. Bi gotineke din li vî welatî serê her 10 hezar kesî 56 penaber hatine hewandin. Elmanya li bendê ye ku heta sala 2016'an 800 penaber bên.