CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Helwesta YE ya li ser rewşa penaberan careke din taloq bû
Di civîna wezîrên karên hundir û edaletê yên Yekîtiya Ewropayê de, li ser pirsgirêka penaberan encameke zelal derneket. -
Çîpras: Bi partiya Demokrasiya Nû re koalîsyon nabe
Syrîzayê da xuyakirin ku piştî hilbijartinê, bi rastgirên di mijarên bingehîn de xwedî nêrînên cuda ye, koalîsyon bi ti awayî nepêkan e. -
Ji sedî 51 ê Fransiyan di mijara koçberan de mîna partiya nîjadperest difikirin
Li gorî lêkolînek li Fransaye hat kirin, tevî dramên penaberan ên demên dawî jî gelê Fransayê, li şûna nîşandana helwesteke însanî, hîn bêhtir xwe nezî polîtîkayên tund ên partiya nîjadperest dike. -
Şîrketên enerjiyê yên Elman ji bo maliyeta piştî nukleerê ne amade ne
Li Elmanyayê ku tê plankirin heta sala 2022'an hilberîna enerjiya nukleerê bi temamî bê qedandin, tê gotin ku şîrketên enerjiyê xwedî foneke têrker a paqijkirina santralên nukleerê û bermayînên wê, nînin. -
Tê gotin 'Rûsya tank şandiye Sûriyeyê'
Îdîayên li ser hebûna leşkerî ya Rûsyayê li Sûriyeyê, ku tê gotin ji bo pêşîgirtina li têkçûna rejîma Sûriyeyê vê dike, zêde dibe. Vê carê jî çavkaniyên Amerîkayê ragihandin ku Rûsyayê hejmarek ji tankên êrîşê gihandiye Lazkiyeyê. -
Di 2015 û 2016'an de wê nîveka germahiyê zêde bibe
Enstîtuya Meteolorojiyê ya Îngilîz Meft Office di raporeke xwe de ragihand ku bi bûyerên xwezayî yên weke El Nîno re wê germahiya global di salên 2015 û 2016'an de zêde bibe. -
Pirsgirêka penaberan di rojeva civîna bilind a wezîran de ye
Wezîrên edalet û karên hundir ên welatên endamê Yekîtiya Ewropa (YE) îro li Brukselê dicivin û wê hewl bidin ji mijara parvekirina penaberan re çareyekê bibînin. -
Misir: Me bi 'şaşîtî' li tûrîstên Meksîkayî xistin
Wezareta Karên Hundir a Misirê diyar kir, ku di operasyoneke duh a hêzên ewlekariyê de, tûrîsên Meksîkayî jî di nav de 12 kes bi 'şaşîtî' hatine kuştin. -
Di hilbijartinên NRW de bajarên girîng ketin destê CDU
Di hilbijartinên herêmî yên mezintirîn eyaleta Elmanyayê Nordrhein-Westfalen (NRW) de Partiya Sosyal Demokrat (SPD) piraniya bajarên girîng winda kir. -
Li Swêdê Meleyê Mizgeftê ji ber desteka ji bo DAIŞ'ê tê sûcdarkirin
Li bajarê Gavle yê Swêdê, Meleyê Mizgefta Al-Rashîdeen Abo Raad û rêveberên Mizgeftê, bi belavkirina nêrînên Selefî û destekkirina çeteyên DAIŞ'ê tên sûcdarkirin. -
Di xwepêşandana ji bo penaberan de piştgiriya Kurdistanê
Li Stockholmê di xwepêşandana ji bo penaberên Sûriyeyî de piştgirî ji Kurdistanê re hat dayîn. Bi hezaran kesên li Meydana Sergelê civiyan dirûşmên "Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statu" qîriyan. -
Tê gotin li Polonyayê du 'tunelên nazî' hatine dîtin
Li Polonyayê, derketê 'zêrên nazî' de ku ev du meh in spekulasyon li ser tên kirin, rewşeke nû rû da. Tê îdîakirin ku li Walbrzych, du galeriyên cuda yên ji sîstema şiba trenê, hatine dîtine. -
Çepa Ewropa ji bo plana B bêîtaetiya sivîl dixwaze
Partiyên sereke yên çep a radîkal a Ewropayê, li dijî polîtîkayên derdorên fînansê hêza diyarker in, 'Plna B' ya alternatîf dixwazin. -
Bîlançoya teqîna tupê gazê ya li Hîndîstanê giran dibe
Li Hîndîstanê, ji ber teqîna li restorantekê, herî kêm 89 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Bi deh hezaran kes ji bo destekkirina penaberan daketin kolanan
Li welatên YE, hatina penaberan digihêje asta rekorê. Bi deh hezaran kesên duh li gelek bajaran kom bûn, banga piştgiriya ji bo penaberan kirin. Nîjadperestên naxwazin penaber bên qebûlkirin jî xwepêşandan lidar xistin. -
Elmanya wê ji bo penaberan bi zorê avahiyên vala kirê bike!
Li Elmanyayê der barê hejmara penaberên di meha dawî de zêde bûye, daneyên nû hînê nehatine aşkerakirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka stargehê, lêgerînên hikûmeta federal û eyaletan dewam dikin. -
DYA: 200 leşkerên Rûsyayê li Lazkiyeyê ne
Nûçeyên li ser şandina balafir û helîkopterên Rûsyayê ji bo Sûriyeyê misoger bûn. Tê îdîakirin ku bi qasî 200 leşkerên deryayî yên Rûsyayê jî li Lazkiyeyê ne. -
Di 2 êrîşên li Nîjeryayê de herî kêm 12 kes mirin
Li Nîjeryayê ku êrîşên çeteyên Boko Haram lê didom in, di encama du êrîşên cuda yên bombeyî de herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Hejmara kesên di qeza li Mekkeyê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 107'an
Li Mekkeyê, hejmara mirovên ji ber qelibîna vîncekî de jiyana xwe ji dest dan, zêde dibe. Hat ragihandin ku hejmara mirovên di qezaya li Hescîd-î Haram de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 107 kesan. -
Li Katalonyayê 1,5 mîlyon kes ji bo serxwebûnê meşiyan
Ji bo serxwebûna Katalonyayê, bi beşdariya 1,5 mîlyon kesî xwepêşandaneke mezin li Barcelona pêk hat. -
Li NY wê êdî ala Fîlîstînê jî hebe
Fîlîstîn, di mijara naskirina li qada navneteweyî de ji qonaxeke din derbas bû. Di dengdayîna li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de hat qebûlkirin ku ala Fîlîstînê li Navenda Giştî ya NY û boruyên wê bê daliqandin. -
Merkel: Divê Facebook destûrê nede peyamên nefretê
Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel, der barê nefreta li medya civakî piştî krîza penaberan zêde bûye de hişyarî da û bi taybetî ji Facebookê xwest ku destûrê nede peyamên bi naveroka nîjadperestiyê. -
Li Japonyayê karesata lehiyê: Herî kêm 25 kes winda bûn
Li Japonyayê, ji ber barana ev du roj in dibare lehî rabû. Hat ragihandin ku ji ber lehiyê herî kêm 25 kes winda bûne. -
Di nava namzetên xurt ên Xelata Sakharov de Bedewî û Nemtsov jî hene
Ji bo Xelata Sakharov a Parlamenta Ewropa (PE) îsal cara 29'an dide, ji gelek welatên cîhanê parêzvanen mafên mirovan û siyasetmedar namzet tên nîşandan. -
Demokrasiya Nû ji koalîsyona bi Syrîza re amade ye
Li Yewnanîstane, ji bo hilbijartinên pêşwext ên 20'ê Îlonê xebatên li ser propaganda partiyan didomin. Partiya Demokrasiya Nû (ND) jî ji bo koalîsyona bi Syrîza re gavek avêt.