Li gorî nûçeya qenala Fox News a agahiyên xwe dispêre rayedarên Wezareta Parastinê ya DYA; tankên Rûs gihaştine baregeheke hewayî ya li Lazkiyeyê. Di nûçeyê de hat îdîakirin ku 7 tankên bi tîpa T-90 li baregehê hatine dîtin û top jî gihaştine herêmê.
Îdîaya qenala Amerîkayê, heman piştî nûçeyên li dijî Rûsyayê ku ev du hefte ne tên weşandin, hat kirin. Di nûçeyên ku weke çavkanî rayedarên DYA tên nîşandan de, Rûsyayê tevî balafir û helîkopteran bi qasî 200 leşkerên deryayî şandiye Sûriyeyê.
Li gorî heman nûçeyan, balafirên trasport ên bi tîpa Antonow-124 ên Rûsyayê, xwe gihandine peravên Sûriyeyê.
Rejîma Esad, ji bilî paytexta Şam û bajarên rojavayî yên li perava Derya Spî, li cihekî din ê welêt hebûneke xwe ya leşkerî nîne. Hebûna leşkerên rejîm êyên li Helep û derdora wê ya li bakurrojava, Deyre Zor, Qamişlo û Hesekê, gelekî qels e. Di êrîşa dawî ya DAIŞ'ê ya li hemberî Hesekê de leşkerên rejîmê teslîm bûn. Hêzên YPG û YPJ'ê jî çete şikandin û ew ji herêmê derxistin.