Merkel: Divê Facebook destûrê nede peyamên nefretê

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel, der barê nefreta li medya civakî piştî krîza penaberan zêde bûye de hişyarî da û bi taybetî ji Facebookê xwest ku destûrê nede peyamên bi naveroka nîjadperestiyê.

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel, der barê nefreta li medya civakî piştî krîza penaberan zêde bûye de hişyarî da û bi taybetî ji Facebookê xwest ku destûrê nede peyamên bi naveroka nîjadperestiyê.

Merkel di hevpeyvîna xwe ya îro ya li rojnameya Rheînîsche Post de anî ziman ku bi zêdebûna hejmara penaberan re gotin û parvekirinên nefret û nîjadperestî yên li ser Facebookê zêde bûne. Merkel da xuyakirin li hemberî nefreta li ser tora medya civakî tê kirin, divê ne tenê dewlet bikeva nava tevgerê û got, "Facebook jî weke şîrket divê li hemberî vê rewşê tiştekî bike. Divê pîvan bên bicihanîn."

Herî dawî Wezîrê Edaletê yê Elman Heîko Maas di meha bihurî de daxuyaniyek da û anî ziman ku Facebook li hemberî gotinên nefretê 'gelek tiştên kêm kiriye'.