DYA: 200 leşkerên Rûsyayê li Lazkiyeyê ne
Nûçeyên li ser şandina balafir û helîkopterên Rûsyayê ji bo Sûriyeyê misoger bûn. Tê îdîakirin ku bi qasî 200 leşkerên deryayî yên Rûsyayê jî li Lazkiyeyê ne.

Li gorî agahiyên ji aliyê du rayedarên DYA'yî yên nexwestin navê xwe aşkera bikin, 200 leşkerên ji artêşa Rûsyayê, li baregeheke hewayî ya li Lazkiyeyê ne. Hat îdîakirin ku ji leşker, ji bo baregeha hewayî ya li heremê di dema pêş de were bikaranîn, amadekariyê dikin.
Li gorî îdîayê, hejmara leşkerên Rûs ên li Sûriyeyê di rojên dawî de zêde dibe.
Di daxuyaniyên çend roj berê yên ji aliyê DYA û NATO'yê ve hat dayîn de hatibû îdîakirin ku Rûsya ji bo destekkirina rejîma Esad, hebûn û hejmara leşkerên xwe yên li vî welatî zêde kiriye. Her wiha tê gotin ku Rûsyayê helîkopter û balafirên şer şandiye ji Sûriyeyê re.