Li Katalonyayê 1,5 mîlyon kes ji bo serxwebûnê meşiyan
Ji bo serxwebûna Katalonyayê, bi beşdariya 1,5 mîlyon kesî xwepêşandaneke mezin li Barcelona pêk hat.
Ji bo serxwebûna Katalonyayê, bi beşdariya 1,5 mîlyon kesî xwepêşandaneke mezin li Barcelona pêk hat.
Ji bo serxwebûna Katalonyayê, bi beşdariya 1,5 mîlyon kesî xwepêşandaneke mezin li Barcelona pêk hat.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê polîsê bajarê Barcelonayê ve hat dayîn, di meşa bi wesîleya Roja Neteweyî ya Katalonya de, beşdaran kolanên bajêr dagirtin. Di xwepêşandana mezin de dirûşmên ji bo serxwebûnê hatin qîrîn. Di daxuyaniya Walîtiyê de, ku hikûmeta navendî temsîl dike, hat îdîakirin ku 550 hezar kes beşdarî çalakiyê bûn.
Bi meşa saet di 17:15'an destpê kir re, mirov mîna lehiyê li kolanên navendî yên bajêr herikîn. Di xwepêşandanê de alên Katalonyayê hatin hilgirtin.
Meşa Roja Neteweyî ya Katalonya ku du hefte beriya hilbijartinên herêmî hat lidarxistin, di demeke ku li gorî anketan partiyên alîgirê serxwebûnê gihaştine rêjeyeke girîng a dengan, pêk hat. Tê payîn ku di hilbijartinan Junt pel si ya alîgirê serxwebûnê û partiya radîkal a bi navê CUP, di Parlamenta Herêma Katalonya de, piraniya kursiyan bi dest bixin.
Serokê Herêma Katalonya Artûr Mas ê alîgirê serxwebûnê, par biryara referandûmê girtibû, lê belê ev biryar ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê ve hatibû redkirin.