Bi deh hezaran kes ji bo destekkirina penaberan daketin kolanan

Li welatên YE, hatina penaberan digihêje asta rekorê. Bi deh hezaran kesên duh li gelek bajaran kom bûn, banga piştgiriya ji bo penaberan kirin. Nîjadperestên naxwazin penaber bên qebûlkirin jî xwepêşandan lidar xistin.

Li welatên YE, hatina penaberan digihêje asta rekorê. Bi deh hezaran kesên duh li gelek bajaran kom bûn, banga piştgiriya ji bo penaberan kirin. Nîjadperestên naxwazin penaber bên qebûlkirin jî xwepêşandan lidar xistin.

Yek ji xwepêşandanên herî girîng ên ji bo destekkirina penaberan li paytexta Îngilîstan Londonê pêk hat. Lîderê nû yê Partiya Karker (Laboûr) Jeremy Corbyn jî di nav de bi deh hezaran kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de ji Serokwezîr Davîd Cameron û hikûmetê hat xwestin, ku 'polîtîkayeke comerd' ji bo penaberan bimeşînin.

Tevî gelek saziyê alîkariyê, rêxistinên civakî yên sivîl jî beşdarî çalakiyê bûn. Çalakgeran biryara Brîtanyayê ya qebûlkirina bi tenê 20 hezar penaberiyên Sûriyeyê rexne kirin.

Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê jî, ku ji ber helwesta xwe ya tund a li hemberî penaberan tê rexnekirin, bi beşdariya 30 hezar kesan meşek hat lidarxistin. Di çalakiya destekkirinê de pankartên bi nivîsa "Hûn bi xêr hatine", "Ewropa cîranê herî nêz ê Sûriyeyê ye" hatin hilgirtin. Li sînorê Elmanya Padborgê jî bi sedan kesan bi heman armancê xwepêşandanek lidar xistin.

Li bajarê Elmanya Hambûrgê jî di meşa ji bo piştgirîdayîna penaberan de bi hezaran kes amade bûn. Tevî ku ji aliyê dadgehê ve hatiye qedexekirin jî li bajêr bi beşdariya bi dehan neonaziyan çalakiyek hat lidarxistin. Ev çalakî ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.

LI POLONYA Û SLOKVAKYAYÊ NÎJADPEREST Û DOSTÊN PENABERAN DI HEMAN ROJÊ DE MEŞIYAN

Di xwepêşandanên ji bo penaberan de tevlîbûna herî kêm li welatên hejmareke kêm a penaberan lê heye, pêk hat. 

Li paytexta Polonya Varşovayê, 5 hezar nîjadperestên civiyan îdîakirin ku divê penaber 'vegerin mala xwe'. Di çalakiya pankartên bi nivîsa 'Îslam mirina Ewropa ye' hatin hilgirtin de, bal hat kişandin ser 'Nasnameya Katolîk' a welêt û dirûşmên li dijî Misilmanan hatin qîrîn.

Li dijî çalakiya nîjadperestan a li Varşovayê bi beşdariya bi sedan kesan çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de ji bo qebûlkirina penaberan dirûşme hatin qîrîn.

Li paytexta Slovakya Bratîslavayê, di meşa rastgirên tund de li gorî polîsan herî kêm 1.500 kes amade bûn. Çalakî ji aliyê partiya rastgir a tund a bi navê Slovakya Me hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsan 'Hûn bi xêr nehatine, vegerin mala xwe' hat hilgirtin.

Li Bratîslava, parêzvanên mafên mirovan jî çalakiya bi navê 'Banga li mirovahiyê' organîze kirin û herî kêm 500 kes beşdar bûn.

Li paytexta Komara Çek Pragê jî du çalakiyên cuda hatin lidarxistin. Di çalakiya nîjadperestan a naxwazin penaber bên qebûlkirin de 800 kes, di çalakiya ji bo destekkirina penaberan de hejmareke kêmtir amade bûn.

Polonya, Komara Çek, Macarîstan û Slovakya, di nava welatên Ewropayê de sîstema kota ya ji bo parvekirina penaberan red dikin.