Li Japonyayê karesata lehiyê: Herî kêm 25 kes winda bûn

Li Japonyayê, ji ber barana ev du roj in dibare lehî rabû. Hat ragihandin ku ji ber lehiyê herî kêm 25 kes winda bûne.

Ji ber baranê ava çemê Kînûgawa rabû û beşeke girîng a bajarê Joso di nava aê de ma. Lehiyê bandor li bajarokê Osakî jî kir. Ji bo herêmên lehî lê rabûn 6 hezar leşker, polîs û arkuj hatin veguhastin. Ji 100 hezar kesên li derdora bajarên Jose û Osakî dijîn hat xwestin, malên xwe vala bikin.

Li gorî agahiyên ji aliyê qenala NHK ve hat dayîn, li bajarên lehî lê rabûn, herî kêm 25 kes winda bûne û 7 kes bi birîndarî hatine rizgarkirin.

Rewşa hewayê ya li paytext Tokyo, piştî barana dijwar asayî bû. Tê payîn ku baran li Tohokû ya bakurrojhilat bibare.