Demokrasiya Nû ji koalîsyona bi Syrîza re amade ye
Li Yewnanîstane, ji bo hilbijartinên pêşwext ên 20'ê Îlonê xebatên li ser propaganda partiyan didomin. Partiya Demokrasiya Nû (ND) jî ji bo koalîsyona bi Syrîza re gavek avêt.
Li Yewnanîstane, ji bo hilbijartinên pêşwext ên 20'ê Îlonê xebatên li ser propaganda partiyan didomin. Partiya Demokrasiya Nû (ND) jî ji bo koalîsyona bi Syrîza re gavek avêt.
Li Yewnanîstane, ji bo hilbijartinên pêşwext ên 20'ê Îlonê xebatên li ser propaganda partiyan didomin. Partiya Demokrasiya Nû (ND) jî ji bo koalîsyona bi Syrîza re gavek avêt. Lîderê partiyê Meîmarakîs diyar kir ku eger ew di hilbijartinê de weke partiya yekemîn bi ser bikevin, ew ê pêşniyara koalîsyonê li Syrîza bikin.
Lîderê ND Vangelîs Meîmarakîs ji Reutersê re axivî û diyar kir ku ji bo derketina welatê wî ji krîzê ew 'şensê dawî' ne. Meîmarakîs da xuyakirin ku eger ew di hilbijartinan de weke partiya yekemîn bi ser bikevin, ew ê pêşniyara koalîsyonê li Syrîza bikin. Meîmarakîs ragihand ku eger Syrîza pêşniyara koalîsyonê red bike, ew ê berê xwe bidin partiyên din ên 'alîgirê Ewropayê'.
Koalîsyona Çep a Radîkal (Syrîza) ya bi lîderiya Aleksîs Çîpras jî, koalîsyonek bi ND re red dike. Di serketineke gengaz a ND de, j ber ku Syrîza pêşniyara koalîsyonê red dike, tê payîn ku bi Partiya Sosyalîst (Pasok) yan jî To Potamî ya li navendê re koalîsyonê bike.
Yek ne di nav de di hemû anketên ji bo hilbijartinê de Syrîza weke partiya yekemîn tê dîtin. Lê belê zehmet dixuye bigihêje rêjeya ji sedî 36'an a dengê xwe yê meha Çileyê. Di hilbijartinên ji bo Parlamenta Yewnanîstanê ya ji 300 kursiyan de, partî li gorî rêjeya xwe ya dengan kursiyê bi dest dixin, lê partiya yekemîn tevî vê yekê 50 parlamenterên din jî qezenç dike.
Li Yewnanîstanê ji sala 2009'an dema destpêkirina krîza aboriyê û vir ve 4 caran hilbijartinên giştî hatin lidarxistin, bi giştî 7 hikûmet guherîn.