Di 2015 û 2016'an de wê nîveka germahiyê zêde bibe
Enstîtuya Meteolorojiyê ya Îngilîz Meft Office di raporeke xwe de ragihand ku bi bûyerên xwezayî yên weke El Nîno re wê germahiya global di salên 2015 û 2016'an de zêde bibe.
Enstîtuya Meteolorojiyê ya Îngilîz Meft Office di raporeke xwe de ragihand ku bi bûyerên xwezayî yên weke El Nîno re wê germahiya global di salên 2015 û 2016'an de zêde bibe.
Ji Navenda Neteweyî ya Zanista Atmosferê Profesor Rowan Sûtton got, "Pêkane salên 2014, 2015 û 2016'an salên herî germ ên heta niha hatine pîvandin bin."
Rowan Sûtton ku di nava lêkolîna Met Office de cih girt anî ziman, ku piştî rewşa sekinandî ya deh salan, pêkane ku germahî ji nû ve zêde bibe.
Di rapora dawî ya endamê Panela Guhertina Avhewayê ya navbera hikûmetan de hat ragihandin ku ji ber atmosfera global û bûyera xwezayî El Nîno, sala 1998'an gelekî germ derbas bûye. Li gorî raporê, sedema hênikbûna salên piştre jî, ev rewş e.
Di rapora ku ji aliyê Met Office ve roja Duşemê hat weşandin de, El Nîno ya di meha Adarê de careke din xwe da der, wê xwedî bandoreke zêde be.
Herikîna hewa herm a li herêma ekvator a Pasîfîk, ku bandorê li germahiya global dike, di heman demê de wê li asta herêmî jî xwedî bandor be. Li gorî rapora Met Office, wê hin welatên Asya û Awûstralya, mercên herî ziwa bijîn.
Li Kalîforniyayê jî ku ev çar sal in mercên giran ên ziwabûnê heye, wê îsal di mehên payîz û zivistanê de gelek baran bibare.
Met Office ragihand ku serma heyî ya li Okyanûsa Atlantîkê hat dîtin, wê germeke kêm bide Bakurê Ewropayê û bibe sedema havînên ziwa.
Ajasna Atmosferê û Okyanûsê ya Amerîka (NOAA) di lêkolîneke xwe ya meha Tebaxê de dabû xuyakirin ku heft mehên destpêkê yên sala 2015'an, dema herî germ a heta niha ye. Hatibû ragihandin ku sala 2014'an jî di nava 135 salên dawî de sala herî germ bû.