Bîlançoya teqîna tupê gazê ya li Hîndîstanê giran dibe

Li Hîndîstanê, ji ber teqîna li restorantekê, herî kêm 89 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Hîndîstanê, ji ber teqîna li restorantekê, herî kêm 89 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li bajarê Petlawad ê li eyaleta Madhya Pradesh a herêma navîn a Hîndîstanê, tupekî gazê yê li restorantekê teqiya û hat ragihandin ku vê yekê rê li ber teqandina madeyên teqemeniyê yên li avahiyên derdorê vekiriye.

Teqînê danê sibehê, dema xebatkarên buroyê û xwendekaran taştê dikirin, rû da. Heman piştî daxuyaniyê hatibû ragihandin ku 104 kesan jiyana xwe ji dest dane. Lê belê di encama tespîtên piştre hatin kirin de hat gotin ku ev hejmar 89 e.

Tê texmînkirin ku teqemendiyên bi teqîna tupê li restorantê teqiyan, di karê madenê de dihatin bikaranîn û bi awayekî neqanûnî li avahiyekê hatibûn veşartin.

Hat ragihandin ku ji ber dema teqînê dema taştê bû û li nêzîkî cihê bûyerê rawestgeheke qelebalix a otobusê hebû, di bûyerê de hejmareke ewçend zêde ya mirovan jiyana xwe ji dest dane.

Li Hîndîstanê ku normên ji bo ewlekariya kar bi cih nayên anîn, teqînên tupgazê gelek caran rû didin. Tê gotin ku teqîneke ewçend dijwar 'kêm hatiye dîtin' e.