Ji sedî 51 ê Fransiyan di mijara koçberan de mîna partiya nîjadperest difikirin

Li gorî lêkolînek li Fransaye hat kirin, tevî dramên penaberan ên demên dawî jî gelê Fransayê, li şûna nîşandana helwesteke însanî, hîn bêhtir xwe nezî polîtîkayên tund ên partiya nîjadperest dike.

Li gorî anketa şîrketa OpînîonWay a ji bo qenalen Metronews û LCI amade kir, ji sedî 51 ê Fransiyan, nêrînên dijberiya koçberan ên Eniya Neteweyî (FN) a nîjadperest dipejirînin. Van kesan gotin, "Helwesta tund a FN li hemberî koçberan, mafdar e."

Bi tenê ji sedî 48 ê Fransiyan di wê baweriyê de ne ku di polîtîka koç û penaberiyê de helwesta însanî kêm" e.

Rêjeya mirovên biryara hikûmeta Fransayê ya ji bo pejirandina 30 hezar 750 penaberan "erênî" dibîne, bi tenê ji sedî 32 ye. Ji sedî 66 jî ji vê biryarê aciz in.

Anketa OpînîonWay derxist holê ku di mijara drama penaberan de bîra Fransiyan ewçend xurt nîne. Piştî weşandina wêneyê Alan Kurdî yê ji Kobanê, di anketeke roja Çarşemê hat kirin de, ji sedî 53 ê Fransiyan ragihandibûn ku ew qebûlkirina penaberan erênî dibînin. Lê belê ev rêje piştî hefteyekê daket rêjeya ji sedî 32'an.