Li Swêdê Meleyê Mizgeftê ji ber desteka ji bo DAIŞ'ê tê sûcdarkirin
Li bajarê Gavle yê Swêdê, Meleyê Mizgefta Al-Rashîdeen Abo Raad û rêveberên Mizgeftê, bi belavkirina nêrînên Selefî û destekkirina çeteyên DAIŞ'ê tên sûcdarkirin.
Li bajarê Gavle yê Swêdê, Meleyê Mizgefta Al-Rashîdeen Abo Raad û rêveberên Mizgeftê, bi belavkirina nêrînên Selefî û destekkirina çeteyên DAIŞ'ê tên sûcdarkirin.
Li bajarê Gavle yê Swêdê, Meleyê Mizgefta Al-Rashîdeen Abo Raad û rêveberên Mizgeftê, bi belavkirina nêrînên Selefî û destekkirina çeteyên DAIŞ'ê tên sûcdarkirin.
Rojnamevan Magnûs Sandelîn ê beriya niha di Televîzyona Dewletê ya Swêdê de di bernameya "Wezîfeya me kontrolkirin e" dixebitî û li ser xebatên cîhadiyan ên li Swêdê de pirtûkek nivîsand, di gotara xwe ya li malpera xwe ya şexsî û rojnameya Gefle Dagblad de ragihand, ku Mele Abo Raad, par piştî ku çeteyên DAIŞ'ê Mûsil dagir kirin DAIŞ pîroz kiriye û di ser hesabê xwe yê şexsî yê Facebookê re desteka madî ji bo DAIŞ'ê xwestiye.
Mele di malpera xwe ya Facebookê de dibêje ku ji ber ketina Mûsilê ya nava destê Mûsilê ew kêfxweş e û ji Misilmanan dixwaze, "Ji bo birayên xwe yên Sûnî yên li dijî xiyanet, bêbawerî û gunahkaran şer dikin" dûa bikin û alîkariya madî bidin.
KOMKUJIYÊN LI KURDISTANÊ FÎNANSE KIR
Di sala 2004'an de çeteyan li Başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê êrîşên bombeyî kirin ku di encamê de zêdeyî sed kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Swêdê, bi hinceta ku êrîş fînanse kirine, 5 sal cezayê ragirtinê li 2 Iraqiyan hat birîn. Li gorî vegotinên şahidan ên lid adgehê, di berhevkirina van pereyan de Mele roleke diyarker lîstiye.
Tê gotin ku Mele di malpera xwe ya Facebookê de, axaftinên ji damezrînerên El Qaîdeyê Abdullah Azzam ku weke "Bavê cîhada global" tê binavkirin, weşandiye.
BI DESTEKA DEWLETÊ RE PROPAGANDA DAIŞ'Ê KIR
"Federasyona Meleyên Swêdê" ku mizgefta vî meleyî jî tê de cih digire, di sala 2009'an de ji bo projeya xwe ya bi hinceta têkoşîna li hemberî nîjadperestî û fobiya Îslamî de, 416 hezar kron ji dewletê stend.
Berpirsyarên rûpela înternetê ya Federasyona Meleyên Swêdê jî, Mele Abo Raad û kesekî din ê li mizgefteke li Goteborgê wezîfeyê dike, ye.
LI MIZGEFTÊ PERWERDEYA SELEFÎ
Mizgefta ku bi rêya Federasyona Meleyên Swêdê destekê ji dewletê werdigire, xebatên xwe yên rêxistinbûyîn û propagandayê di bin navê Swedish United Dawah Center (SUDC) de dimeşîne.
Di meha Nîsana vê salê de di malpera Facebookê ya SUDC de wêneyên 20 zilamên tevlî ezmûna mizgeftê bûn, hatin weşandin. Kesên beşdarî ezmûnê bûn, bersiv dan pirsên li ser damezrînerê Selefîtiyê Mûhammed Îbn al-Wahhab.
Yên li mizgeftê perwerdeyê didin jî Mele Abo Raad û meleyekî din ê li Îngilîstanê dijî yê bi navê Abdulraheem Gren e.
Kesên di ezmûna û perwedeya van meleyan de derbas bûn, li bajarê Gavle bi awayekî vekirî xebatên propaganda û rêxistinbûyînê dimeşînin.
WERGIRTINA PASAPORTA DEWLETA ÎSLAMÎ YA XEYALÎ Û ÇÛYÎNA XELÎFETIYÊ
Berpirsyarê vê xebatê Alî Al-Ganas, di mehên havîna par de, di malpera xwe ya Facebookê de wêneyê pasaporteke ji aliyê DAIŞ'ê ve hat amadekirin weşand û nivîsa 'xeyala min aherî mezin bûyîna xwedî pasaporteke DAIŞ'ê û çûyîna Xelîfetiyê ye' nivîsand. Du roj piştî weşandina vî wêneyî rojnameya Daily Mail ragihand ku DAIŞ'iyan dest bi çapkirina pasaportê kirine.