Çepa Ewropa ji bo plana B bêîtaetiya sivîl dixwaze
Partiyên sereke yên çep a radîkal a Ewropayê, li dijî polîtîkayên derdorên fînansê hêza diyarker in, 'Plna B' ya alternatîf dixwazin.
Partiyên sereke yên çep a radîkal a Ewropayê, li dijî polîtîkayên derdorên fînansê hêza diyarker in, 'Plna B' ya alternatîf dixwazin.
Partiyên sereke yên çep a radîkal a Ewropayê, li dijî polîtîkayên derdorên fînansê hêza diyarker in, 'Plna B' ya alternatîf dixwazin. Metna alternatîf duh li Parîsê pêşkêşî îmzeyê hat kirin û Wezîrê berê yê Maliyeyê yê Yewnanîstanê Yanîs Varûfakîs û siyasetmedarê Elman ê navdar Oskar Lafontaîne jî di nav de bi dehan siyasiyan mora xwe danînin binê metnê.
Starka kampanyayeke nû ya tê xwestin li Herêma Euro bêîtaetiya sivîl derkeve pêş, ji aliyê Partiya Komunîst (PCF) ve li paytexta Fransa Parîsê bi wesîleya Fete de l'Humanite hat dayîn. Di metna bangawaziyê de, ji bo plana B ya alternatîfê polîtîkayen fînansê, tê xwestin ku civîneke bilind a navneteweyî were lidarxistin.
'EURO DI DESTÊ KOMEKE ELÎT DE BÛYE AMÛRA DESTHILATDARIYÊ'
Di metna ku Yanîs Varûfakîs, ji navên pêşeng ên çepa Elman Oskar Lafontaîne, ji lîderên Eniya Çep a Fransayê Jean-Luc Melenchon û Wezîrê berê yê Maliyeyê yê Îtalyayê Stefano Fassîna jî mora xwe danîne binî, rexneyên tund li polîtîkayên Herêma Euro tê kirin.
Di metna bangawaziyê de tê gotin, "Euro veguheriye amûreke serdestiya siyasî û ekonomîk a komeke elît a biçûk a Ewropiyan" û bal tê kişandin ser ferzên li Yewnanîstanê tên kirin.
Di metnê de tê xwestin ku peymanên Yekîtiya Ewropayê ji nû ve werin nirxandin û heta ev peyman bên nûkirin, li dijî 'polîtîkayên kêfî yên Ewropayê' banga bêîtaetiya sivîl tê kirin. Di metnê de ji bo bêîtaetiya sivîl gelek pêşniyar tên kirin û tê destnîşankirin, ku ji bo bicihanîna plana B ya alternatîf, divê hin amadekarî bên kirin.