Çîpras: Bi partiya Demokrasiya Nû re koalîsyon nabe
Syrîzayê da xuyakirin ku piştî hilbijartinê, bi rastgirên di mijarên bingehîn de xwedî nêrînên cuda ye, koalîsyon bi ti awayî nepêkan e.
Syrîzayê da xuyakirin ku piştî hilbijartinê, bi rastgirên di mijarên bingehîn de xwedî nêrînên cuda ye, koalîsyon bi ti awayî nepêkan e.
Beriya hilbijartinên li Yewnanîstanê yên di dawiya vê hefteyê de pêk tên, Demokrasiya Nû ya rastgira navendî ku dixwaze hilbijartinê qezen bike, hewl dide gotina xwe ya koalîsyona bi Syrîza re zindî bihêle. Lê belê reaksiyonên ji Syrîza tê, berevajî van gotinan e.
Beriya hilbijartinên roja Yekşemê, lîderê Syrîza Aleksîs û Serokê Giştî yê Demokrasiya Nû (ND) Vangelîs Meîmarakîs beşdarî bernameyeke nîqaşê ya televîzyonê bû û bersiv dan pirsên li ser koalîsyona piştî hilbijartinê.
Lîderê ND Meîmarakîs da xuyakirin ku gelê Yewnanîstanê piştî hilbijartinê 'îstiqrarê' dixwaze û ji bo vê jî koalîsyona bi Syrîza re pêwîst e. Meîmarakîs der barê koalîsyona her du partiyan de got, "Tevî avakirina ekîbek neteweyî ya ji bo rêvebirina welêt, wê ekîbeke neteweyî ya ji bo muzakereya bi saziyên krediyê re, bê avakirin."
Lîderê Syrîza Aleksîs Çîpras ê meha bihurî biryara hilbijartina pêşwext da û ji bo vê îstifa kir, destnîşan kir ku ji aliyê mijarên bingehîn ve nêrînên wan û yên Demokrasiya Nû ji hev cuda ne. Çîpras diyar kir ku nêrînên cuda yên di navbera wan û partiya rastgir a navendî de, li pêşiya kombûna wan li nava hikûmeteke hevpar, asteng in.
Çîpraz da zanîn ku partiya wî, wê ji bo avakirina hikûmetekê dengê pêwîst werbigire û da zanîn ku ew alternatîfa bi koalîsyona partiyên biçûk ên mûxalîfên polîtîkayên Yekîtiya Ewropayê, tercîh dikin.
Anketên beriya hilbijartinên 20'ê Îlonê hatin kirin nîşan didin ku Syrîza û ND nêzî hev in. Partiya di hilbijartinê de bibe yekemîn, wê 50 jî 300 kursiyên parlamentê otomatîk bi dest bixin. 250 sindoq jî wê di navbera partiyên benda ji sedî 3 derbas kirine, li gorî rêjeya dengên wergirtî werin parvekirin.