Di 2 êrîşên li Nîjeryayê de herî kêm 12 kes mirin

Li Nîjeryayê ku êrîşên çeteyên Boko Haram lê didom in, di encama du êrîşên cuda yên bombeyî de herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Nîjeryayê ku êrîşên çeteyên Boko Haram lê didom in, di encama du êrîşên cuda yên bombeyî de herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li paytexta eyaleta Adamawa ya li bakurojhilatê welêt Yola, di erîşa bombeyî de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn. Êrîş li kampeke ku mirovên ji ber şer malên xwe terikandine û lê bi cih bûne, pêk hat.

Di êrîşeke xwekujî ya li bajarê Madagalî de herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.

Li Nîjeryayê di şerê 6 salên dawî yê di navbera çeteyên Boko Haram û yekîneyên artêşê de bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 2 mîlyon mirov ketin rewşa penaberiyê. Ji meha Gulanê dema hilbijartina Mûhammadû Bûharî weke serokdewlet û vir ve, di êrîşên bombeyî de 800 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li dijî çeteyên Boko Haram ên li bakurrojhilatê welêt bi bandor e, bi deh hezaran leşkerên ji artêşên Nîjerya, Kamerûn, Çad û Nîjeryayê operasyonan dimeşînin.