Pirsgirêka penaberan di rojeva civîna bilind a wezîran de ye

Wezîrên edalet û karên hundir ên welatên endamê Yekîtiya Ewropa (YE) îro li Brukselê dicivin û wê hewl bidin ji mijara parvekirina penaberan re çareyekê bibînin.

Wezîrên edalet û karên hundir ên welatên endamê Yekîtiya Ewropa (YE) îro li Brukselê dicivin û wê hewl bidin ji mijara parvekirina penaberan re çareyekê bibînin.

Di civîna bilind a li Brukselê de wê plana Serokê Komîsyona YE Jean-Claûde Jûncker a ji b oparvekirina 160 hezar penaberan di nava welatên yekîtiyê de, bê nîqaşkirin. Di serî de Polonya Komara Çek û Slovakya, gelek welatên endam li hemberî sîstema kota derdikevin û nakevin bin bar.

Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê yê destekê dide plana Jûncker Thomas de Maîzîere, roja Înê li Pragê bi hempîşeyê xwe yê Çekê re hevdîtin kiribû. Ji vê hevdîtinê encamek derneketibû.

Li aliyê din, Elmanya ku berî çend hefteyan sînorê xwe vekir û destûr da derbasbûn bi deh hezaran penaberan, ragihand ku ew kontrolên li ser sînor ji nû ve dişidîne. Wezîrê Karên Hundir Thomas de Maîzîere duh bi daxuyaniyekê gotibû, 'mafê penaberan ê hilbijartina welatekî nîne'.

Maîzîere ji bo penaberan got, "Divê fêm bikin ku nikarin dewleta xwe lê bigirin, hilbijêrin." De Maîzîere xwest, Peymana Dûblîn a ku dozên penaberan li welatê destpêkê serlêdana penaberiyê lê kirine bên dîtin, were meşandin.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka vê salê û vir ve, hejmara penaberên di ser Derya Ege û Spî re derbasî welatên Yekîtiya Ewropayê bûn, 500 hezar derbas kiriye.

Tê zanîn ku bi qasî nîvê penaberên îsal çûne Yekîtiya Ewropayê bûne, di ser Tirkiye yan jî welatên cîran re derbasî Yewnanîstanê bûne.