Helwesta YE ya li ser rewşa penaberan careke din taloq bû

Di civîna wezîrên karên hundir û edaletê yên Yekîtiya Ewropayê de, li ser pirsgirêka penaberan encameke zelal derneket.

Di civîna wezîrên karên hundir û edaletê yên Yekîtiya Ewropayê (YE) de, li ser pirsgirêka penaberan encameke zelal derneket. Di civîna lezgîn a Konseya Wezîran de li hev hat kirin ku biryara li ser rewşa penaberan di Civîna Bilind a Wezîrên Karên Hundir a 8-9'ê Cotmehê de bê dayîn.

Daxuyaniya piştî civîna bilind a wezîrên karên hundir û edaletê yên 28 welatên YE, ji aliyê Serokê Demî yê Yekîtiya Ewropayê Luksemboûrgê ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku pêşniyara Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ya ji bo parvekirina 160 hezar penaberan di nava du salan de li nava welatên endam, ji aliyê 'bingehînî' ve hatiye qebûlkirin. Lê belê hînê hemû welatên endam pêşniyara parvekirina penaberan erê nekirine.

Di civîna bilind de biryar hat dayîn ku ji bo Tirkiye, Lubnan û welatên din ên penaberên ji şer reviyane xwe lê girtine, alîkariya madî were kirin. Lê belê di vê mijarê de jî sekneke zelal nehat nîşandan û nehat diyarkirin ku kîjan welat wê çiqas alîkariyê bide.

Li gorî daxuyaniyê, biryara hevpar a li ser pirsgirêka penaberan wê di 8-9'ê Cotmehê de di Konferansa Asayî ya Wezîrên Karên Hundir ên Yekîtiya Ewropayê bê dayîn.