Di hilbijartinên NRW de bajarên girîng ketin destê CDU
Di hilbijartinên herêmî yên mezintirîn eyaleta Elmanyayê Nordrhein-Westfalen (NRW) de Partiya Sosyal Demokrat (SPD) piraniya bajarên girîng winda kir.

Di hilbijatrinên li gelek bajarên mezin de Partiya Demokratên Xiristiyan (CDU), bi taybetî li bajarê Oberhausen dawî li desthilatdariya 60 slan a SPD'ê anî. Ji bo serokatiya şaredariya Bonnê jî cara yekê siyasetmedarekî biyanî hat hlibijartin. Paytexta berê ya welêt Bonn a 21 salan di bin desthilatdariya SPD'ê de bû, wê ji bo 5 salan ji aliyê siyasetmedarê CDU'yî Ashok-Alexander Sridharan ve bê rêvebirin.
Li bajarê Munsterê jî Serokê Şaredariyê Markûs Lewe yê CDU'yî, bi rêjeya ji sedî 50,6 ê dengan hat hilbijatrin.
Li sêyemîn mezintirîn bajarê eyaletê Essenê namzetê CDU bû yekemîn, lê ji ber ku negihaşt rêjeya ji sedî 50'î, wê di nava du hefteyan de hilbijartinên tûra duyemîn bên kirin. Ji bajarên mezin Bochûm jî ji tûra duyemîn re ma.
SPD'ê bi tenê bajarên Leverkusen û Herfordê qezenç kir.
Li bajarê Kolnê wê hilbijartin di meha Cotmehê de bê kirin. Li paytexta eyaletê Dusseldorfê jî di hilbijartinên par hatin kirin de Thomas Geîsel ê SPD'yî qezenç kiribû.