Li gorî îdîaya kovara Der Spîegel, piştî terikandina enerjiya atomê ji bo paqijkirina santralan, qadeke guncaw ji bo bermayîn û çopa nukleerê lê were berhevkirin û depokirina van bermayînan, pêwîstî bi foneke mezin heye û di vê fonê de herî kêm valahiyek ji 40 mîlyar euroyî heye.
Tê gotin, ji bo demontekirina reaktorên atomê yên li Elmanyayê, ji aliyê 4 şîrketên mezin ve fonek ji 39 mîlyar euroyî hatiye avakirin. Lê belê ji bo depokirina bermayînan valahiyeke cidî ya fonê heye.
Sedema bingehîn a têrnekirina fonên şîrketên enerjiyê ew e, ku şîrketan rejeya fona ji bo dema piştî enerjiya atomê veqetandine, li gorî hatineyên faîzê yên salane hesap kirine. Şîrketên E.on, RWE, Vattenfall û EnBW, hesap kirin hatineyên faîzê yên vê fonê wê pozîtîf bin û hesap nekirine ku ev rêjeya faîzê dibe ku kêm bibe.
Pisporên malî di wê baweriyê de ne ku eger rêjeya enflasyonê û hin parametreyên din werin nirxandin wê bê dîtin, ku rêjeya faîze ya reel, encameke negatîf derxîne holê. Ev yek jî nîşan dide ku ji bo lêçûnên piştî enerjiya atomê wê foneke têrker dernekeve holê.
Wezîrê Aboriyê yê Federal Sîgmar Gabrîel, di mehên bihurî de ji bo hesapkirina lêçûnên piştî girtina temamiya santralên nukleerê, heyetek ji pisporan wezîfedar kiribû. li gorî rapora vê heyetê wê komîsyoneke şêwirmendiyê di meha Cotmehê de bê avakirin, dest bi xebatan bike.