Di xwepêşandana ji bo penaberan de piştgiriya Kurdistanê

Li Stockholmê di xwepêşandana ji bo penaberên Sûriyeyî de piştgirî ji Kurdistanê re hat dayîn. Bi hezaran kesên li Meydana Sergelê civiyan dirûşmên "Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statu" qîriyan.

Li Swêd Stockholmê di xwepêşandana ji bo penaberên Sûriyeyî de piştgirî ji Kurdistanê re hat dayîn. Bi hezaran kesên li Meydana Sergelê civiyan dirûşmên "Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statu" qîriyan.

Beriya civîna wezîrên welatên Yekîtiya Ewropayê ya roja Duşemê li ser rewşa penaberan, di çarçoveya çalakiyên ji bo pêşîvekirina li hatina penaberan, li bajarên Swêd Stockholm, Malmo, Gavle, Umea Vasteras û Goteborgê çalakî hatin lidarxistin.

Xwepêşandan ji aliyê rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên mafên mirovan ên li dijî nîjadperestiyê têdikoşin ve hatin organîzekirin. Di xwepêşandanên bi dirûşmeya "Hûn bi xêr hatine penaber" hat lidarxistin de, siyasetmedar nehatin vexwendin.

Di çalakiyan de polîtîkaya Yekîtiya Ewropayê ya li ser koçberiyê hat rexnekirin û bang li welatên yekîtiya Ewropayê hat kirin, ku deriyên xwe li penaberan vekin.

Li Stockholmê bi vê armancê nêzî 5 hezar kes li Meydana Sergelê civiyan. Beriya axaftina Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Stockholmê Îmran Karaer, bi hezaran kesên li qadê bi qîrîna dirûşmeyan piştgirî dan Kurdistanê.

Karaer di axaftina xwe ya li vir de anî ziman ku cesedê zarokê Kurd Alan Kurdî yê di 2'ê Îlonê de li peravên Bodrûmê hat dîtin, sembola felaketa bi serê penaberên ji Rojhilata Navîn û Kurdistanê direvin e.

Karaer diyar kir ku sê roj piştî dîtina cesedê Alan, li Cizîrê Cemîle ya 12 salî li ber mala xwe ji ber Kurd bû hat qetilkirin û ji ber qedexeya derketina derve cesedê wê hefteyekê di sarinca li malê de hat ragirtin.

Karaer got, "Eger cîhana Rojava çavê xwe li vê negirta, ev trajedî yên mîna vê nediqewimîn. Em dikarin bi hev re pêşî li van komkujiyan bigirin. Ji bo cîhana Rojava bikeve nava tevgerê, gelo divê hînê cesedê çend zarokan li peravan bên dîtin, divê hînê çend heb bimirin? Cizîr di bin dorpêçiyê de ye û zarok tên qetilkirin. Gelo dema tevgerê, dema dijderketinê nehatiye?"

Axaftin û banga Karaer bi qîrîna dirûşmên "Dawî li komkujiyên li Kurdistanê bînin", "Ji Kurdistanê re aştî, ji Ocalan re azadî" bersiva xwe dît.

Li ser navê "Komîteya Rojava" ya ji aliyê sosyalîstên Swêdî ve hatiye avakirin Ervîn Marklûnd peyivî. Marklûnd piştî vegotina rewşa dawî ya li Rojava bal kişand ser girîngiya destekkirina Şoreşa Rojava.

Li qada xwepêşandanê alên KCK, PKK û YPG'ê hatin hildan û pankartên bi nivîsên li hemberî êrîşên dewleta Tirk hatin rakirin.

...