Di nava namzetên xurt ên Xelata Sakharov de Bedewî û Nemtsov jî hene

Ji bo Xelata Sakharov a Parlamenta Ewropa (PE) îsal cara 29'an dide, ji gelek welatên cîhanê parêzvanen mafên mirovan û siyasetmedar namzet tên nîşandan.

Ji bo Xelata Sakharov a Parlamenta Ewropa (PE) îsal cara 29'an dide, ji gelek welatên cîhanê parêzvanen mafên mirovan û siyasetmedar namzet tên nîşandan. Ji bo xelatê blogvan Raîf Bedewî yê li Erebîstana Siûdî mehkûmî girtinê bûye û siyasetmedarê Rûs ê hat qetilkirin Borîs Nemtsoz namzet hatin nîşandan.

Ji bo xelata ku wê di meha Cotmehê de ji aliyê Serokê PE bi xwe e were dayîn, damezrînerê malpera Lîberal Saûdî Network xwediyê xelata azadiya çapemeniyê RSF 2014 Raîf Bedewî jî namzet hat nîşandan. Bedewî di sala 2012'an de bi sûcdariya 'Heqareta li Îslamê' hat girtin. Herî dawî ji bo 20 hefteyan her hefte lêdana 50 kemçî ceza lê hatibû birîn.

Ji wezîrên berê yê Rûsyayê û mûxalîfê Pûtîn BorÎs Nemtsov ê di meha Sibatê de ji aliyê kesên nasname ne diyar ve hat qetilkirin, ji bo Xelata Sakharov namzet hat nîşandan.

Pîlotê Ûkraynayî Nadîa Savçenko yê li Rûsyayê girtî ye, girtiyên siyasî yên mûxalîf ên Venezûelayî û Edna Adan Îsmaîl a bi têkoşîna xwe ya li dijî suneta jinê ya li Somalî têdikoşe, di nava namzetan de cih digirin.

Ji bo vê xelata ji kesên li dijî zext, fanatîzm û xweranegirtinê têdikoşin tê dayîn, Edward Snowden ê belgeyên veşartî yên îstîxbarata Amerîka di sala 2013'an de weşand, namzet hat nîşandan. 

Yek ji namzetên xurt ên xelatê doktora Kongoyî Denîs Mûkwege ye ku bi têkoşîna xwe ya ji bo parastina mafên jinên rastî êrîşên zayendî tên, tê naskirin e.