CÎHAN
Hemû Nûçe
-
MEY wê ji bo 'enerjiyên nû' 35 mîlyar dolarî bi kar bîne
Welatên Kendavê, ku ji ber neçarî gaza xwezayî û petrolê ne wê di dehan salên pêş de li pirsgirêkên cidî rast bên, berê xwe didin enerjiyên kêmtir zerarê didin. -
Di hilbijartinên Portekîzê de partiyên çep piraniya wekîlan bi dest xistin
Di hilbijartinên giştî yên duh ên li Portekîzê de, mîna ku ji anketan jî dihat dîtin, koalîsyona rastgir-desthilatdariya rastgir a navendî bi ser ket. -
630 hezar penaberan bi qaçaxî xwe gihandin Ewropayê
Dîrektorê Frontex Fabrîce Leggerî, di hevpeyvîna xwe ya ji bo koma çapemeniyê ya Ebra ya Fransayê de diyar kir ku hejmara hatina bi qaçaxî ji bo YE zêde bûye. Leggerî îdîa kir ku divê hîn bêhtir penaber bên dersînorkirin. -
Xizanî kêmî rêjeya ji sedî 10 bû; Afrîka hînê di rewşeke xetere de ye
Li gorî rapora xizaniyê ya ji aliyê Banka Cîhanê ve hat aşkerakirin, rêjeya mirovên li gelemperiya cîhanê di binê sînorê xizaniyê de dijîn, îsal daket binê rêjeya ji sedî 10'an. -
Li Fransayê lehî rabû: 13 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li herêma Cote d'Azûr a başûrrojhilatê Fransayê, ji ber bayê dijwar û lehiyê herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Di êrîşên xwekujî yên li Bexdayê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan
Li paytexta Iraq Bexdayê, di êrîşên xwekujî yên çeteyên DAIŞ'ê de herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 60 kes birîndar bûn. -
Li Rojhilatê Ûkraynayê çekên giran tên kişandin, di hilbijartinan de lihevkirin nîne
Li Ûkraynayê, muzakereyên ji bo çareserkirina krîza navbera hikûmeta navendî û herêmên Donetsk û Lûhansk ên alîgirê Rûsyayê dewam dikin. Aliyan diyar kirin ku wan dest bi vekişandina beşek ji çekên giran kirine. -
Bi hezaran kesên Opel ew li Bochûmê bêkar hiştin, hînê bêkar in
Yek ji mezintirîn şîrketa çêkirina wesayîtan a Elmanya Opel, bi hinceta krîza aboriyê ya salên dawî bi hezaran mirov ji kar derxistin. Ev kesên ji şîrketê hatine derxistin, hînê bêkar in. -
Banga 'Bila santrala Fessenheîm a gefê li jiyana mîlyonan dixwe, bê girtin'
Nerazîbûna li hemberî kevintirîn santrala Fransayê Fessenheîm a li herêma Alsace ku li ser sînorê Elmanyayê ye, zêde dibe. Banga girtina vê santralê hat kirin. -
Di hilbijartinên giştî yên Portekîzê de dibe ku partiyên çep bibin desthilatdar
Li Portekîzê, ku yek ji welatên herî zêde ketiye bin bandora krîza Euro ya Yekîtiya Ewropayê (YE), gel sibe diçe ser sindoqan. Pêkane ku partiyên çep dawî li serdestiya partiyên rast a li desthilatdariyê bînin. -
Li Gûatemala erd şemitî: Bi dehan mirî, bi sedan winda
Li welatê Amerîka Navîn Gûatemalayê, hejmara mirovên ji ber şemitîna erd jiyana xwe ji dest dan zêde dibe. Hat ragihandin ku bi sedan kes hînê winda ne. -
YE û DYA wê li hemberî emîsyonên wesayîtan tedbîrên tund werbigirin
Ajansa Parastina Hawirdorê ya Amerîka (EPA) û Komîsyona Yekîtiya Ewropa (YE), piştî skandala Volkswagenê xwestin, ku ji bo diyarkirina nirxê rastî yê emîsyona wesayîtan, testên berfireh bên kirin. -
Aleîda Gûevara: Rabûna ambargoyê ji bo sosyalîzmê ne xetere ye
Keça ji pêşengên şoreşa Kubayê Che Gûevara, Aleîda Guevara da xuyakirin, ku rakirina ambargoya Amerîkayê wê girava sosyalîst nexe nava xeteriyê. -
Tirkiye bû belayê serê Swêdiyekî!
Swêdiyekî ji Tirkiyeyê xaliyek kirî, li hemberî gefên pere û girtinê li ber xwe dide. -
UNHCR: Hejmara penaberên ji Derya Spî tên wê bigihêje 700 hezarî
Li gorî raporeke Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), hejmara penaberên heta dawiya vê sale di ser Derya Spî re derbasî welatên Ewropayê bibin, wê bigihêje 700 hezarî. -
Li Afganîstanê balafira DYA qeza kir: 12 mirî
Li Afganîstanê, balafireke barkêşiyê ya artêşa Amerîkayê, qeza kir. Di bûyerê de herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Fransayê di mijara TTIP de DYA hişyar kir
Nerazîbûna li hemberî peymana bazirganiya serbest a muzakereyên di navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) de di nava nepenîtiyê de dimeşîne, di asta hikûmetan de zêde dibe. -
Elmanyayê 'serkêşên' komkujiyên li Kongoyê bi rê ve birin, mehkûm kir
Dadgeheke li Elmanyayê, bi hinceta ku 'serkêşên' komkujiyên milîsên Hûtû yên Rûandayî li Komara Kongo ya Demokratîk kirine, du kes mehkûm kir. -
Ban Kî Moon: Sîstema alîkariya însanî 'îflas kiriye'
Sekreterê Giştî Ban Kî Moon di axaftina vekirinê ya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de, ji hemû welatên cîhanê bi taybetî jî ji welatên Ewropayê xwest, ku di mijara krîza penaberiyê de bi hesasî û berpirsyarî tevbigerin. -
Katalonyayê gaveke din ber bi serxwebûnê ve avêt
Di hilbijartinên duh ên li Katalonyayê de partiyên alîgirê serxwebûnê bi ser ketin. Mîna soza Serokê Herêmê Artûr Mas ê alîgirê serxwebûnê, Katalonyayê astengiyeke din a li pêşiya serxwebûnê ji holê rakir. -
Fransayê cara yekemîn li DAIŞ'ê xist
Di demeke ku lêgerîna li stratejiya ji bo bidawîkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê didome de, Fransayê ragihand ku cara yekemîn wan hedefên DAIŞ'ê bombe kirine. -
Rûhanî: Em amade ne bi DYA re girtiyan pev biguherînin
Rêveberiya Îranê ragihand ku ew amade ne di berdêla welatiyên xwe yên li girtîgehan tên ragirtin de, pevguhertinê çêbikin. -
Pêşnûmeya reformê ya ji bo namzetiya Evo Morales a cara çaremîn
Evo Morales ê ku li Bolîvyayê ji sala 2005'an û vir ve wezîfeya serokdewletiyê dimeşîne, ji bo cara çaran bê hilbijartin, pêşî lê tê vekirin. -
Hilbijartina Katalonya: Alîgirên serxwebûnê bi ser ketin
Li Katalonyaya herêma Spanya ya tê nîqaşkirin, piraniya hilbijêran di rêya serxwebûnê de niyeta xwe nîşan dan. Du partiyên alîgirên serxwebûnê di meclîsa herêmê de piraniya kursiyan bi dest xistin. -
Ji Rûsya, Îran û Sûriyeyê li Bexdayê navenda koordînasyonê ya hevpar
Îdîayên ku dibêjin 'Rûsya, piştî Sûriyeyê wê li Iraqê jî tevlî şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê bibe', bi gavên şênber xurt dibin.