630 hezar penaberan bi qaçaxî xwe gihandin Ewropayê

Dîrektorê Frontex Fabrîce Leggerî, di hevpeyvîna xwe ya ji bo koma çapemeniyê ya Ebra ya Fransayê de diyar kir ku hejmara hatina bi qaçaxî ji bo YE zêde bûye. Leggerî îdîa kir ku divê hîn bêhtir penaber bên dersînorkirin.

Dîrektorê Ajansa Ewlekariya Sînor a YE (Frontex) Fabrîce Leggerî, di hevpeyvîna xwe ya ji bo koma çapemeniyê ya Ebra ya Fransayê de diyar kir ku hejmara hatina bi qaçaxî ji bo Yekîtiya Ewropa zêde bûye. Leggerî îdîa kir ku divê hîn bêhtir penaber bên dersînorkirin.

Di hevpeyvîna îro ya li rojnameyên Dernieres Nouvelles d'Alsace û l'Alsace de Leggerî anî ziman ku ji destpêka vê sale ve hejmara mirovên bi qaçaxî derbasî nava sînorên Yekîtiya Ewropa (YE) bûne, 630 hezar e.

Leggerî anî ziman ku parzemîna Ewropa, ji Duyemîn Şerê Cîhanê û vir ve bi krîzeke mezin a koçberiyê re rû bi rû ye û xwest, ji bo penaberan li Îtalya û Yewnanîstanê navendên pêşwazîkirinê werin avakirin.

Dîrektorê Frontexê da xuyakirin ku li welatên Yekîtiya Ewropayê ji sedî 39 ê biryara dersînorkirina koçberên serlêdana wan hatiye redkirin bi cih hatiye anîn û diyar kir ku sedema vê yekê jî ew e, ku dewletên koçber jê hatine, vegera wan qebûl nakin. Leggerî îdîa kir ku ji bo koçberên mafê mayînê ji wan re nehatiye dayîn, navendên dersînorkirinê werin avakirin.

Leggerî da zanîn ku Frontexê di sala 2014'an de bi 39 balafiran koçber dersînor kiriye û got, "Heta dawiya sala 2015'an divê em xwe bigihînin armanca; dersînorkirina bi 60 balafiran."