Di hilbijartinên Portekîzê de partiyên çep piraniya wekîlan bi dest xistin

Di hilbijartinên giştî yên duh ên li Portekîzê de, mîna ku ji anketan jî dihat dîtin, koalîsyona rastgir-desthilatdariya rastgir a navendî bi ser ket.

Di hilbijartinên giştî yên duh ên li Portekîzê de, mîna ku ji anketan jî dihat dîtin, koalîsyona rastgir-desthilatdariya rastgir a navendî bi ser ket. Di hilbijartinê de Partiya Sosyalîst (PS) bû hêza duyemîn û hemû partiyên çep û çepa radîkal, piraniya endamên meclîsê wergirtin. Ji bo desthilatdariya partiyên çep jî her tişt bi nêzîkatiya PS li partiyên din ên çep ve girêdayî ye.

Li Portekîzê ku 9,6 mîlyon hilbijêrên qeydkirî hene, ji sedî 43 neçûn ser sindoqan. Li gorî encamên nefermî, 'Eniya Portekîzê (PaF) a ji Partiya Sosyal Demokrat (PSD) a rastgiriya navendî ya li desthilatdariyê û CDS, ji sedî 39 ê dengan stendin û ji 230 kursiyên li parlamentê bûn xwedî 95 kursiyan.

Serokwezîr Pedro Passos Coelho û koalîsyona wî, ku di 4 salên desthilatdariya xwe de bi polîtîkaya şidandina kemberê derket pêş, bi vî rengî piraniya endamên li parlamentê winda kir. Partiya Coelho PSD û partiya CDS ku pê re tifaq kiribû, di hilbijartinên sala 2011'an de zêdeyî ji sedî 50 ê dengan stendibûn.

PARTIYÊN ÇEP PIRANIYA WEKÎLAN BI DEST XISTIN

Partiya Sosyalîst (PS) di hilbijartinê de serketina jê dihat hêvîkirin, bi dest nexist. PS a ku bi serokatiya Şaredarê berê yê Lîzbonê Antonîo Costa tevlî hilbijartinê bû, ji sedî 32 ê dengan stend û bû xwedî 80 kursiyan. Costa piştî aşkerabûna encaman têkçûna xwe qebûl kir û anî ziman ku ew ê îstifa neke û giraniyê bide ser xebatên koalîsyonê.

Di hilbijartinan de yek ji xalên ku bala her kesî li ser bû, rêjeya dengên partiyên din ên çep bû. Bloka Çep (BE) ku weke Syrîza ya Portekîzê tê dîtin, ji rêjeya ji sedî 10 a dengan re bû hêza sêyemîn. Li gorî encamên hînê zelal nebûye, tê payîn ku BE 19 kursiyan qezenc bike.

Her wiha Koalîsyona Yekîtiya Demokratîk (CDU) ya ji Partiya Komunîst a Portekîzê (PCP) û Partiya Ekolojîst-Keskan (PEV) ji sedî 8 ê dengan stend û 15 kursî qezenc kirin.

Bi vê rêjeya dengên hemû partiyên çep bi dest xistin re, koalîsyona rastgir a bi pêşengiya Serokwezîr Coelho serdestiya li parlametnê winda kir.

Bi vê têkçûna tifaqa partiyên rastgir re, niha bal li ser helwesta Partiya Sosyalîst (PS) ye. Eger PS bixwaze bi BE û CDU re koalîsyonekê çêbike, wê bibe desthilatdar.