Fransayê cara yekemîn li DAIŞ'ê xist

Di demeke ku lêgerîna li stratejiya ji bo bidawîkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê didome de, Fransayê ragihand ku cara yekemîn wan hedefên DAIŞ'ê bombe kirine.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya ji qesra Serokkomariya Fransayê Elysee de hat ragihandin, ku piştî tevgera keşfê ya bi hefteyan li Sûriyeyê dewam kir, bomberdûmanê destpê kiriye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku 6 balafirên bi tîpa Rafael ên di wezîfeyê de cih girtine, li nêzî bajarê Deyrezzorê, hedefên DAIŞ'ê bombe kirine.

Serokwezîr Manûl Valls jî duh daxuyaniyeke bi heman rengî dabû û diyar kiribû ku balafirên Fransayê, kampa ku milîtanên dişîne Ewropayê lê perwerde dikir, hedef hatiye girtin.

Balkêş e ku destpêkirina bomberdûmana Fransayê li hemberî DAIŞ'ê, beriya civîna Civat Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, pêk hat. Di daxuyaniyên beriya niha de hatibû ragihandin ku Fransa wê li Sûriyeyê bi tenê tevgera keşfê pêk bîne.