Pêşnûmeya reformê ya ji bo namzetiya Evo Morales a cara çaremîn
Evo Morales ê ku li Bolîvyayê ji sala 2005'an û vir ve wezîfeya serokdewletiyê dimeşîne, ji bo cara çaran bê hilbijartin, pêşî lê tê vekirin.
Evo Morales ê ku li Bolîvyayê ji sala 2005'an û vir ve wezîfeya serokdewletiyê dimeşîne, ji bo cara çaran bê hilbijartin, pêşî lê tê vekirin.
Reforma destûra bingehîn a ji aliyê parlamentê ve hat erêkirin, eger ji aliyê gel ve jî bê qebûlkirin, wê Morales karibe heta sala 2025'an wezîfeya xwe bidomîne.
Piştî nîqaşa 21 saetan a li parlamentê, pêşnûmeya rê li ber hilbijartina ji du caran zêdetir a serokdewletan vedike, hat erêkirin. Pêşnûme bi dengê du ji sê parên parlamenteran bû qanûn.
Reforma destûra bingehîn, divê di referandûma meha Sibatê de pêşkêşî dengdayîna gel bê kirin.
Morales ku weke namzetê partiya bi navê Tevgera Sosyalîzmê (MAS) cara yekemîn di sala 2005'an de ji bo serokdewletiyê hat hilbijartin, kesê yekemîn bû ku ji nava gelê Aymarayan ê çermsor bû serokdewlet. Morales ku di hilbijartinên 2009 û 2014'an de jî bi rêjeyeke bilind bi ser ket, ji bo careke din karibe bibe namzet pêwîstî bi guhertina destûra bingehîn hebû.