Li Gûatemala erd şemitî: Bi dehan mirî, bi sedan winda
Li welatê Amerîka Navîn Gûatemalayê, hejmara mirovên ji ber şemitîna erd jiyana xwe ji dest dan zêde dibe. Hat ragihandin ku bi sedan kes hînê winda ne.
Li welatê Amerîka Navîn Gûatemalayê, hejmara mirovên ji ber şemitîna erd jiyana xwe ji dest dan zêde dibe. Hat ragihandin ku bi sedan kes hînê winda ne.
Li gorî agahiyên ji aliyê Koordînasyona Têkoşîna li hemberî Afetên Xwezayî (Conred) ve hatin dayîn, piştî şemitîna erd a li Santa Catarîna Pînûla ya 15 kîlometre dûrî paytext e, cenazeyê 26 kesan hat dîtin. Tê gotin, ku ji ber şemitîna erd a bandor li 125 avahiyan kir, bi qasî 600 kes winda ne.
Li herêma erd lê şemitî, hemû xanî veguherîn xirbe. Xebatên lêgerîn û rizgariyê dewam dikin. Rayedaran diyar kirin ku gelek personelên sivîl ên parastinê, leşker û polîs ji bo herêmê hatine veguhastin. Fikar hene ku hejmara miriyan, zêde bibe.
Li Gûatemalayê, di rojên dawî de baranek dijwar dibariya. Herêma ku erd lê şemitî, nêzî qiraxa çem e.