Rûhanî: Em amade ne bi DYA re girtiyan pev biguherînin

Rêveberiya Îranê ragihand ku ew amade ne di berdêla welatiyên xwe yên li girtîgehan tên ragirtin de, pevguhertinê çêbikin.

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî beriya civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New Yorkê, ji televîzyona CNN International re axivî û diyar kir ku ew amade ne bi DYA re girtiyan pev biguherînin.

Rûhanî der barê pevguhertina girtiyan de got, "Ti tiştekî din min bêhtir kêfxweş nedikir." Rûhanî da zanîn ku eger rêveberiya Amerîka, Îraniyên li welatê xwe radigire serbest berde, ew ê jî ji bo serbestberdana girtiyên Amerîkî yên ku rojnamevanek jî di nav de heye, bikeve nava hewldanan.

Di navbera DYA û Îranê de ku ji sala 1980'ê û vir ve têkiliyên wan ên dîplomatîk qut bûne, pirsgirêka girtiyên her du aliyan hînê çareser nebûye. Rêveberiya Îranê dixwaze 19 welatiyên di çarçoveya pêkanînên benameya nukleerî de li DYA hatine girtin, werin berdan.

Nûçegihanê rojnameya Washîngton Post Jason Rezaiyan û du welatiyên din ên DYA'yî hînê li Îranê di girtîgehê de tên ragirtin. Rezaiyan ji aliyê dadgeriya Îranê ve bi hinceta ku gefê li ewlekariya welêt dixwe, hatibû mehkûmkirin.

Yek ji du welatiyên DYA yên li Îranê tên ragirtin oldar e û yê din jî leşkerekî hêzên deryayî ye. Ajanê berê yê FBI Robert Levînson jî, dema li Îranê bû, di sala 2007'an de winda bûbû.