Li gorî raporeke Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), hejmara penaberên heta dawiya vê sale di ser Derya Spî re derbasî welatên Ewropayê bibin, wê bigihêje 700 hezarî. Di raporê de hat ragihandin, ku tê texmînkirin herikîna penaberan di sala 2016'an de jî di heman astê de be û hat destnîşankir, ku ji bo rizgarkirina penaberan pêwîstî bi alîkariya malî heye.
Li gorî rapora UNHCR, hejmara penaberên ji 1'ê Çileyê û pê ve di ser Derya Spî re hewl dane derbasî welatên Yekîtiya Ewropayê bibin, gihaştiye 521 hezaran. Ji van 387 hezar xwe gihandin Yewnanîstanê, 131 hezar jî derbasî derbasî Îtalyayê bûn.
Ji 521 hezar penaberan; ji sedî 18 zarok, ji sedî 13 jî jin in. UNHCR di raporeke xwe ya beriya niha de ragihandibû ku ew texmîn dikin di sala 2015'an de 350 hezar penaber di ser Derya Spî re derbasî welaten Yekîtiya Ewropayê bibin.
Di dewama raporê de hat gotin ku UNHCR ji bo pêşîgirtina li herikîna penaberan a di ser Derya Spî re wê heta dawiya salê bi giştî 128 mîlyon dolar xerc bike û pêwîstî bi 77 mîlyon dolarên din heye.
UNHCR bi plana xwe ya bi navê Însiyatîfa Taybet a Derya Spî re dixwaze, xebatên pêşwazîkirin, alîkariya însanî û rizgarkirinê yên li peravên welatên bakur û rojhilatê Afrîkayê û Ewropayê, ewlekariya li peravan û standartên ewlekariyê yên li herêmên penaber lê hene, zêde bike.
Di salên destpêkê yên vê salê de, ji penaberên bi taybetî ji Lîbyayê berê xwe dan Îtalyayê, bi qasî 3 hezar kesan di binavbûna keştî û botan de jiyana xwe ji dest dan. Lê belê di mehên dawî de bi zêdebûna derbasbûna di ser Tirkiyeyê re balê dikişîne.