Di hilbijartinên herêmî de tevlîbûn li gor sala 2012’an ku zêdetir bû, ‘Ji bo Erê Yekîtî’ û Çepa Radîkal (CUP) bi ser ketin.
Di hilbijartinan de li gor saet 18.00’an tevlîbûn ji sedî 63 bû.
Piştî ji sedî 60 sindoq hatin hejmartin li gor encaman, Tifaqa Junts pes Sî (Ji bo Erê Yekîtî) a di serokatiya Serokê Herêma Katalonya Artûr Mas de, ji sedî 39,5 deng wergirt, di parlamentoya xwedî 135 kursî de herî kêm 62 kursî bi dest xist. Dîsa Çepa Radîkal CUP a alîgirê serxwebûnê ye ji sedî 8’ê dengan wergirt û 10 kursî qezenc kir.
Bi vî awayî partiyên alîgirên serxwebûnê herî kêm bi 72 kursiyan piranî bi dest xistin.
Podemos ku partiyeke berbiçav a çepgir e di hilbijartinan de xwe nîşan dabû, bi tifaqa Catalûnya sî qûe es Pot ve li herêmê ji sedî 9 deng girt û 10 kursî bi dest xist.
Di hilbijartinan de Welatiyên Liberal ên Çep (Ciudadanos-C’s) nêzî ji sedî 18 dengan, 25 kursî; Partiya Sosyalîst (PSC) ji sedî 13 dengan, 17 kursî û Partiya Gel a Muhafazakar (PP) ji sedî 8,5 dengan, 11 kursî girtin.
Serokê Herêmê yê alîgirê serxwebûnê Artûr Mas soz da ku ger di hilbijartinan de serketî bin, wê Katalonya di navbera 6-18 mehan de serxwebûna xwe bi dest bixe.