Di êrîşên xwekujî yên li Bexdayê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan
Li paytexta Iraq Bexdayê, di êrîşên xwekujî yên çeteyên DAIŞ'ê de herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 60 kes birîndar bûn.

Hedefa êrîşên ku duh danê êvarê saet di 17:30 de hatin kirin, Meydna Aden a li semta Kazîmiye bû. Berdevkê Fermandariya Operasyonê ya Bexdayê Saîd Maan diyar kir ku 3 çeteyên hewl dan nuqteya lêgerînê ya li meydanê derbas bikin hatine bêbandorkirin, lê belê du ji yên din bombeyên li ser xwe teqandine.
Li gorî agahiyên ji rayedarên polîsan hatin wergirtin, yek ji teqînan bi wesayîta bombebarkirî hatiye kirin.
Di daxuyaniyên rayedarên nexweşxaneya li Kazîmiye û Wezareta Karên Hundir de hat ragihandin ku di teqînan de 24 kesan jiyana xwe ji dest dane, herî kêm 60 kes jî birîndar bûne.
Li gorî Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê, di êrîşên terorîstî yên meha Îlonê de 717 kesan jiyana xwe ji dewst dan, 1.216 kes birîndar bûn. Di êrîşên li paytext Bexdayê yên di meha Îlonê de 257 kesan jiyana xwe ji dest dan.