Tirkiye bû belayê serê Swêdiyekî!

Swêdiyekî ji Tirkiyeyê xaliyek kirî, li hemberî gefên pere û girtinê li ber xwe dide.

Yek ji rojnameyên sereke yên Swêdê Expressen, duh cih da nûçeyek li ser bûyerên bi serê Swêdiyekî di dema betlaneyê de li Tirkiyeyê ji xwe re xaliyek kirî, hat.

NAMEYA 'YA PERE YAN JÎ GIRTÎGEH'

Ajokarê Otobusê Hans-Erîk Conny Karlsson ê li bajarê Eskîlstûna yê Swêdê dijî, di dema betlaneya sala 2008'an de li Tirkiyeyê ji xwe re xaliyek kirî. Saziyên Tirk beriya niha bi salekê, bi rêya polîsê Swêdê ji Karlsson re ragihand ku divê 160 hezar kron baca nirxê wê û baca gumrukê bide. Rayedarên Tirk beriya niha bi çend hefteyan jî ji Karlsson re nameyeke duyemîn şandin û diyar kirin ku eger vî pereyî nede, ew ê cezayê hepsê lê bê birîn.

Karlsson got, "Gef li min xwarin, ku eger pere nedim wê bin biavêjin hepsê. Min hingî fêm kir ku divê tiştekî bikim. Min nikarîbû ev bi serê xwe çareser bikira. Ez 160 hezar kronî ji ku bibînim" û nerazîbûneke tund nîşanî rayedarên Tirk da.

RASTÎ CUDA BÛ

Karlsson ji bo xwe ji gefên pere û hepsê rizgar bike wekalet da parêzerê xwe Johan Fûrhoff. Fûrhoff di encama lêkolînên xwe de derxist holê ku nameya Tirkiyeyê, li şûna ji xebatkarê şîrketa medya ya bi navê 'meter Television' Hans Karlsson re bê şandin, ji ajokarê otobusê Hans Erîk Conny Karlsson re hatiye şandin.

Bi aşkerabûna bûyê re kêm be jî Karlsson behn veda û got, "Ya ecêb ew e ku li Hans Karlsson digerin, lê navê min Hans Erîk Karlsson e. Di pasaporta min de hatiye qeydkirin ku min xaliyek kirî ye. Min fatûra jî nîşan da."

Rayedarên Odeya Bazirganiyê diyar kirin ku haya wan ji tiştên bi serê Hans Erîk Karlsson hatiye heye û tevî ku li ser vê mijarê bi rayedarên Tirk re axiviye jî nekarîne pirsgirêkê çareser bikin.

Di lêkolînên parêzer Fûrhoff de jê re hat îdîkakirin ku Hans Karlsson ê ji bo bernameyeke televîzyonê hatibû Tirkiyeyê, dema ji Tirkiyeyê derket kamerayek kirî û ji ber qeyd nekiriye, 160 hezar kron baca gumrukê jê tê xwestin.

METER TELEVISION: EM JÎ MEXDÛR IN

Lê belê rayedarên fîrmayê da zanîn ku îdîayên saziyên Tirk rast nînin û dema ji Tirkiyeyê derketine, qeyda kamera kirine.

Hans Erîk jî da xuyakirin, ku ew difikirîn di meha havînê de biçin Tirkiyeyê, lê belê ji ber van gefên lê tên xwarin û xeteriya ketina girtîgehê ew ê neçe Tirkiyeyê.