Li Rojhilatê Ûkraynayê çekên giran tên kişandin, di hilbijartinan de lihevkirin nîne

Li Ûkraynayê, muzakereyên ji bo çareserkirina krîza navbera hikûmeta navendî û herêmên Donetsk û Lûhansk ên alîgirê Rûsyayê dewam dikin. Aliyan diyar kirin ku wan dest bi vekişandina beşek ji çekên giran kirine.

Li Ûkraynayê, muzakereyên ji bo çareserkirina krîza navbera hikûmeta navendî û herêmên Donetsk û Lûhansk ên alîgirê Rûsyayê dewam dikin. Aliyan diyar kirin ku wan dest bi vekişandina beşek ji çekên giran kirine. Der barê taloqkirina hilbijartinên herêmî de jî rewşa ne diyar dewam dike.

Ji bo çareserkirina krîzê, li Parîsê bi beşdariya lîderên Rûsya, Ûkraynya, Fransa û Elmanyayê, civîneke bilind hatibû lidarxistin û li hev hatibû kirin ku hilbijartinên herêmî yên li Ûkraynayê ku hatibû plankirin di meha Kanûnê de bên kirin, were taloqkirin. Lê belê di civîna bilind de ji bo pirsgirêka hilbijartinên herêmî yên alternatîf ku komarên Donetsk û Lûhansk dixwazin di 18'ê Cotmehê û 1'ê Mijdarê de pêk bînin, ti çareserî nehatibû dîtin.

LI LÛHANSKÊ ÇEK TÊN VEKIŞANDIN

Di mijara vekişandina çekên giran de, ku berê li ser li hev hatibû kirin, gavên girîng tên avêtin. Li herêma Lûhanskê ku ji Kîevê serbixwe dixwaze di 1'ê Mijdarê de hilbijartinên herêmî pêk bîne, rêveberiya xweser a bi navê Komara Gel daxuyaniyek da û diyar kir ku dest bi vekişandina çekên ji 100 mîlîmetre kalîbeyî hatiye kirin. Hat ragihandin ku di asta yekemîn de wê tankên li ser sînorê bi artêşa Ûkraynayê re hatiye destnîşankirin, bi qasî 15 kîlometreyan werin vekişandin.

HERÊMA DONETSK HETA HILBIJARTINÊN HERÊMÎ ÇEKAN VENAKIŞÎNE

Herêma Donetsk jî ku bi biryar e di 18'ê Cotmehê de hilbijartinên herêmîp êk bîne, da xuyakirin ku ew ê çekan piştî hilbijartinan vekişîne. Komara Gel a Donetsk bi israr e ku ji bo ewlekariya hilbijartinê, çekên giran ên li ser sînor bi lez venekişîne.

Rêveberiya Kîevê jî dest bi 'vekişandina beşek ji çekên giran' ku wê ev pevajo 40 rojan dewam bike. Di daxuyaniya ji aliyê Berdevkê Serokkomariyê Andrey Lysenko ve hat dayîn de hat ragihandin ku tankên li xeta sînor a herêma di bin kontrola komên Rûs de ne û malzemeyên teknîkî yên li vê herêmê, wê bi qasî 15 kîlometreyan werin vekişandin.

DI NAVA SAL Û NÎVEKÊ DE ZÊDEYÎ 8 HEZAR MIROVAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Şerê serxwebûnê yê li Rojhilatê Ûkraynayê, piştî krîza di Mijdara 2013'an de destpê kir û desthilatdarî ket destê alîgirên cîhana Rojava, di Nîsana 2014'an de rû da. Ji hingî ve, di şerê diqewime de zêdeyî 8 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.