Fransayê di mijara TTIP de DYA hişyar kir
Nerazîbûna li hemberî peymana bazirganiya serbest a muzakereyên di navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) de di nava nepenîtiyê de dimeşîne, di asta hikûmetan de zêde dibe.
Nerazîbûna li hemberî peymana bazirganiya serbest a muzakereyên di navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) de di nava nepenîtiyê de dimeşîne, di asta hikûmetan de zêde dibe.
Musteşarê Bazirganiya Derve Mathîas Fekl ê di nava Hikûmeta Fransayê de cih digire, der barê 'nepenîtiya' yekalî ya di muzakereyan de, DYA hişyar kir.
Matthîas Fekl li paytexta Elmanya Berlînê peyivî û li ser Peymana Hevkariya Razemenî û Bazirganiya Transatlantîk (TTIP) de, hişyarî da. Fekl, heta muzakereyên TTIP ên dimeha Cotmehê de ji nû ve destpê bikin ji rêveberiya DYA xwest, ku bi paş ve gav biavêje û destnîşan kir, ku di rewşeke berevajî de ew ê bixwaze muzakere bên betalkirin.
Fekl anî ziman ku hilbijartiyên Ewropayî, li ser muzakereyên TTIP bi têrkerî ne xwedî agahiyan e û diyar kir ku şandina raporên hevdîtinê bi tenê ji Sefaretxaneyên Bilind ên DYA re, ne rast e. Fekl bibîr xist ku hin ji senator û nûnerên DYA'yî derfetê dibînin ku tevlî muzakereyan jî bibin.
Musteşarê Fransayî bang li Komîsyona Yekîtiya Ewropayê kir û got, "Berdêla wê çi dibe bila bibe, morkirina peymaneke bi vî rengî şaş e."
Matthîas Fekl anî ziman ku DYA di çarçoveya TTIP de bazara xwe ya hundirîn bi têrkerî ji welatên Yekîtiya Ewropayê re venekiriye û rexne kir ku tevî vê yekê jî bendewariyeke berevajî vê rewşê ji Yekîtiya Ewropayê dike. Fekl got, "Eger welatekî weke Fransayê vê peymanê nexwaze, wê ew peyman pêk neyê."