Kî Moon got, "Ji Ewropayê dixwazim ku hîn bêhtir tiştan bike" û bibîr xist, kuk welatê Ewropayê piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê, hewcedarên alîkariya welatên din ên cîhanê bûn. Ban Kî Moon bêyî nav bilêv bike, bal kişand ser têlên Macarîstanê li ser sînorên xwe bi cih kiriye û got, "Di sedsala 21'an de divê em dîwaran lê nekin, têlan li ser sînor bi cih nekin."
CÎHANA KU BI TRÎLYONAN DOLARAN JI BO KIRÎNA ÇEKAN BI KAR TÎNE...
Kî Moon welatên cîhanê rexne kir ku ji bo mirovên hewcedarên alîkariyê, bi taybetî jî penaberan nakevin nava hewldanan û got, "Welatên cîhanê ji bo kirîna çekan bi trîlyonan îsrafê dikin. Çima li şûna parastina gerstêrk û mirovan, ji bo tinekirina wan pere tê dîtin?"
'SÎSTEMA ALÎKARIYA ÎNSANÎ ÎFLAS KIRIYE'
Ban Kî Moon anî ziman ku sîstema alîkariya însanî ya li ser rûyê cîhanê 'îflas' kiriye û diyar kir ku herî kêm 60 mîlyon penaber hene û 100 mîlyon mirov hewcedarên alîkariya însanî ne.
Sekreterê Giştî da xuyakirin ku Neteweyên Yekbûyî di sala 2015'an de ji bo projeyên alîkariya însanî 20 mîlyar dolar ji welatên endam xwestiye û da xuyakirin ku ev yek bi qasî giştiya salên 2000'î ye. Ban Kî Moon destnîşan kir, ku tevî vê yekê jî Neteweyên Yekbûyî di nava pirsgirêkên cidî yên malî de ye.